'Jiyan bi keda destên jinê xweş e'
- 11:19 27 Sibat 2019
- Rojane
Viyan Said/ Delîla Axîn
ŞENGAL - Dayika bi navê Xezal Silo ya ku bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî dike dibêje:"Jiyan bi keda destên jinê xweş e. Ez gelekî kêfxweş im ku bi keda destên xwe zarokên xwe xwedî dikim."
Dayika bi navê Xezal Silo a ji Gundê Kolka yê Şengalê ye û hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û ev 20 sal in têkoşîna jiyanê tena serê xwe dide wiha got:"Ji bo jin li ser piyên xwe bimînin têkoşîn divê. Loma bi salan e ez têdikoşin û dixwazim hemû jin têbikoşin da ku neçewisin."
'Jin bi salane li dijî zihniyeta baviksalarî li berxwe didin'
Xezalê wiha got:"Ez li Gundê Kolkayê ji dayik bûm û bi kurê apê xwe re hatim zewicandin. Ev 20 sal in ku hevjînê min çûye ser dilovaniya xwe. Ez bi ked û xwêdana xwe zarokê xwe xwedî dikim. Heft zarokî min hene du lawik û pênc keçik in. Beriya niha di demê me de, em diçûne me dar kom dikirin, me dirûtin dikir, me ji kaniyê bi milan av dianî, dar ji serê çiyê bi pişta xwe me dianî. Bi rastî me gelek zor û zahmetî dikişand heya ku me debara jiyana xwe û zarokên xwe dikirin.Ji destpêkê heta roja me ya îro ya herî zêde kedê dide û jiyanê bi rê ve dibe jin in. Jin ji mêran zêdetir xwedî li jiyanê û malê derdikeve. Lê mafê jinê nayê parastin. Ji ber ku di nava civakê de jin weke namus tê dîtin, nikare ji malê bi rehetî derkeve karekî li derve bike. Yanî hîn jî ew bandor li ser civakê heye ku jin tenê divê di malê de bin. Jin bi salane li dijî vê zihniyeta baviksalarî li berxwe didin."
'Em gerek her têbikoşin û neheqiyan qebûl nekin'
Xezalê herî dawî wiha got:" Piştî ku hevjînê min çû ser dilovaniya xwe karê malê û derve li ser milê min ma. Piştî ku lingê min şikest min nikarîbu zêde kar bikira, lê belê dîsa jî min liberxwe daû zarokên min mezin bûn. Pêwîst e ji her kesî zêdetir mafê jinê di nava civakê de heba ji ber, jin jiyanê diafirînin. Bi fikir û ramanên Rêber Apo jin îro gihaştiye gelek mafên xwe. Jin bi hêz û îradeya xwe dikare têbikoşe. Di heman demê de 8'ê Adarê tê û jin bi serkeftinên nû dê vê rojê pêşwazî bikin. Em gerek her têbikoşin û neheqiyan qebûl nekin. Di vê rojê de divê hemû jin li Serok Apo xwedî derkevin û azadiya wî bixwazin. Çimkî Serok Apo ji bo hemû jinên li cîhanê li berxwe dide."