Girtiyên jin: Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê berxwedanê
- 10:59 27 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku di roja 74'an de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dikin di peyama ku şandin de wiha gotin: "Em li zindana Amdê di berxwedanê de ne, li hemû zindanan di berxwedanê de ne. Em bi sedan berxwedêrên ku bedena xwe ji mirinê re razandine. Em bang li her kesî dikin ku ji van bedenan re bibin beden, em bang li her kesî dikin ku dest bi berxwedanê bikin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiy gereva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye çalakiya xwe berdewam dike. Çalakiya ku Leylayê daye destpêkirin di roja 112'an de berdewam dike û ya girtiyên ku di 16'ê Kanûnê de dan destpêkirin jî di roja 74'an de berdewam dike. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê rojnameger Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya di roja çalakiya xwe ya 74'an de ji raya giştî re nameyek şandin.
Nameya Kîbriye, Hîlal û Evînê wiha ye:
"Em ji zindana Amedê ya hejmar 5 bang li dengê berxwedanê dikin: Ji bo hemû jin, ciwan û gelê me!
Li Keleha berxwedanê li Zindana Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger ku ji aliyê Leyla Guven ve hat destpêkirin di roja 112'emîn de berdewam dike. Em jî wekî rêhevalên Leyla Guven me bedena ji birçîbûnê re danî holê , heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Tecrîd sûcê herî mezin ê mirovahiyê ye. Çalakiya me ya ji bo rakirina tecrîdê wê berdewam bike. Wekî ku Arend dibêje ' Destpêk behreya herî mezin a mirov e. Ev destpêk bi her zayînê re tê misogerkirin û destpêk a her mirovekî/ê ye'. Ji ber vê çalakiya me destpêka me ya nû û ji nû de destpêkirina jiyanê ye.
Manewiyata Sara û ya berxwedêran hêzê dide me
Berxwedêrên li zindana amade gotibûn 'Em bi qasî di rêya wê de bimirin ji jiyanê hez dikin'. Em dîrokeke nû ya berxwedanê, bi destpêkeke nû re vê hezkirinê mezin dikin. Eşqa heval Sara a azadiyê, ruhê wê yê berxwedanê, li vî cihê ku em lê ne maneviyata hevrêyên me yên ku canê xwe dan rêya me ronî dike. Îdeolojiya jiyanê ya birêz Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê, polîtîkayên serdestiya mêr serobin kirine. Em jin bi vê perspektîf û felsefeyê, li çalakiyên xwe li Birêz Abdullah Oclan xwedî dertên û em vê hewesta xwe berdewam bikin.
Em li keleha berxwedanê ne û em ê dengê xwe bilind bikin
Komploya 15'ê Sibatê ya navnetgeweyî li dijî rastiya Abdullah Ocalan têk çûye. Oclana bi berxwedana xwe komplo vala derxistiye. Em ê tecrîdê jî û hewldanên berdewamiya komployê jî bi berxwedana xwe vala derxînin. Faşîzim çiqes hewl bide bila bide, ew ê têk biçe. Wê faşîzim li dijî berxwedanê têk biçe, tecrîd bê rakirin. Bedela vê çi dibe bila bibe em amade ne ku vê bedelê bidin. Em li keleha berxwedanê ne û em ê ji vir berxwedana xwe berdewam bikin.
Em bang li her kesî dikin ku bi berxwedêran re li ber xwe bidin
Em wekî kesên berxwedêr bang li kesên şoreşger û demokrat, jin, ciwan, welatparêz û gelê xwe dikin ku li dora vê berxwdanê bibin xelek. Em bang li herkesî dikin ku bi ruhê Sûr, Cizîr û Nisêbîn û Efrînê li ber xwe bidin û wan vedixwînin têkoşînê. Divê ku gelê me bi komî li dijî têcrîdê rabe berxwedanê. Em li zindana Amedê di berxwedanê de ne, li hemû girtîgehan di berxwedanê de ne. Bi sedan berxwedêrên ku bedena xwe ji mirinê re razaindine ne. Em bang li her kesî dikin ku ji bedenên berxwedêr re bibin bedn û bibin deng û li ber xwe bidin. Em bi hêza jiyanê ku ji berxwedanê digirin we hemûyan hebêz dikin. Wê berxwedan bi ser keve û faşîzm têk biçe."