'Em ê bi rihê serîhildana jinên leheng 8'ê Adarê pîroz bikin'
- 10:49 27 Sibat 2019
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Şeha Xelîl derbarê çalakiyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji ajansa me re axivî.
Jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê dê bi pêşengtiya Rêxistina Jinê ya Kongreya Star çalakiyên cur be cur bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li dar bixin. Têkildarî mijarê de Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Şeha Xelîl wiha got:"Ji bo parastina mafê hemû jinên cîhanê em amadekariyên xwe dikin."
'Îsal jin û mêr bi hev re dikarin beşdarî çalakî û xebatan bibin'
Şehayê wiha got:"Ji bo parastina mafê hemû jinên cîhanê em amadekariyên xwe dikin. Ji bo 8'ê adarê kar û xebatekî berfireh tê kirin, amdekariykên mezin ji bo vê rojê hene, ji ber ev roj wateyek wê ya mezin ji bo tevahî jinan heye. Bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiyê di nava berxwedanek mezin de ne. Endam û rêveberiyên Kongreya Star li tevahî bajarok, navçe, bajar dest bi civîn û semîneran û pêşkêşkirina sinviziyonên derbarê 8'ê Adarê kirine. Di salên berê de tenê jin tevlî van çalakiyan dibûn, lê vê salê jin û mêr herdu dikarin beşdarî çalakiyan bibin, û bi hev re kar û xebatan bidin meşandin. Her wiha gelek amadekariyên din hatine kirin ji bo çalakiyên cuda werin li darxistin. Tevahî qadên jinê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star û YPJ'ê û bi dirûşmên jinan hatiye xemilandin."
'Em ê bi rihê serîhildana jinên leheng 8'ê Adarê pîroz bikin'
Şehayê bal kişand ser têkoşîna jinên leheng û wiha bi dawî kir:" Hêviyê me hene û em ê dîsa li gorî baweriya tevahî jinan derkevin qadan. Em ê bi rihê serîhildana jinên leheng 8'ê Adarê pîroz bikin. Ji bo parastina mafê hemû jinên cîhanê em amadekariyên xwe dikin. Em ê ji bo parastina mafên hemû jinên li cîhanê derkevin qadan û bi dirûşmên azadiyê li berxwe bidin."