Enstîtuya Andrea Wolf: Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven têkoşîna xwe bidomînin
- 10:26 27 Sibat 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Enstîtuya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojî ji bo Leyla Guven name şand. Di nameyê de hat gotin ku têkoşîna Leyla Guven a ji bo azadiyê û aştiyê pîroz e.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven ket roja xwe ya 112'an. Piştgiriyê ji bo çalakiya Leyla Guven her ku diçe zêde dibe. Enstîtuya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojî jî ji bo piştigiriya çalakiya Leyla Guven name şand. Di nameyê de peyama piştgiriya ji bo têkoşîna Leyla Guven hat dayin.
Berdewamiya nameyê wiha ye:
"Hevala hêja bi rihê şoreşê em ji te hêzê digirin û ji te re vê nameyê dişînin. Em dixwazin ji te re bêjin ku em te dibînin û dibihîzin. Bi hest, raman û têkoşîna xwe em bi te re ne. Em dibînin ku tu bi hêzeke mezin li hemberî zilma faşîzm û tecrîdê li berxwe dide û pêşengtiya berxwedanê dike. Her wiha em dizanin ku çalakiya te ne tenê çalakiyek li dijî dijminên azadiyê ye. Di heman demê de çalakiya te bangewaziyek e ku em ji bo parastina nirxên mirovahiyê hemû rabin, hêz û têkoşîna xwe bikin yek.Tu bang li tevahî jinên cihanê dike ku bêdengiya xwe bişikînin û eniya hevbeş li hemberî faşîzmê li Tirkiyeyê û li her derê ava bikin. Têkoşîna te wekî pêxistina agirekî ye ku têkoşina tevahî tevgerên jinan geş dike. Tu rêya me ronî dike û ji me re pêşengtî dike da ku em ê çawa vîn û biryara xwe zelal bikin, têkoşîna xwe mezin bikin.
Hevala giranbiha, em bi te re ne. Jinên ku li berxwe didin tu carî ne bi tenê ne. Çawa te feyza xwe ji Sarayan girt em jî ji te digirin. Bi têkoşîna xwe wekî jineke Kurd, wekî endameke Tevgera Jinên Kurd û ji bo azadiya gelê xwe tu bûye rênîşana azadiya jin û gelên cihanê.
Li ser vê xetê em tevî rêheval û xwişkên xwe li vir, li Rojava û li welatên xwe bi gelên xwe re têdikoşin. Em zanebûna xwe ya li ser dîroka jinê, armanc û hêviyên xwe yên pêşaroja azad dikin yek. Bi vî rengî têkoşîna xwe ya gerdûnî xurt dikin. Jiyan û cihanek ku em xeyal dikin gav bi gav ava dikin. Tu vê jiyana rast û cîhaneke nû ji me re nîşan dide. Di 8'ê Adarê de, em ê bi pêşengtiya sekin, çalakî û bangewaziya te em ê dakevin qadan. Li kîjan bajer an gundê cihanê bibe bila bibe tu wê di her kombûn û çalakiya jinan de bi me re be. Mil bi mil em ê têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê û yên tevahî jinên cihanê mezin bikin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li gorî paradigma ya Rêber Abdullah Ocalan bê çareserkirin em ê têbikoşin. Em ê bi rihê berxwedana te têkoşîna xwe li dijî tecrîdê berdewam û mezin bikin.
Em berxwedan û têkoşîna te û rêhevalên te yên zindanan bi rêzdarî slav dikin. Ji bo şikandina tecrîdê heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku bibe bingeha azadiya gel û jinên cihanê em e têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin. Bi baweriya serkeftinê em te hembêz dikin, rêzdarî û heskirina xwe ji te û hemû rêhevalên me re dişînin."