Foza Yusif: Heta îrade û hêza jinê hebe dê rêyên ji bo azadiyê vekirîbin

  • 09:33 27 Sibat 2019
  • Rojane
Stêrvan Bêrîtan
 
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif derbarê geşedanên siyasî yên li Rojavaye Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê û derbarê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de nirxandin kir. Fozayê bal kişand ser destkeftiyên jinan û anî ziman ku şerê têkoşîna ji bo azadiyê didome. Her wiha Fozayê got heta îrade û hêza jinê hebe dê rêyên ji bo azadiyê vekirîbin. 
 
Weke ku te zanîn aloziyeke mezin li ser Sûriyeyê heye û di nava vê  pêvajoya ku  tê  derbaskirin de gelek geşedanên siyasî diqewimin. 
Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif derbarê geşedanên siyasî yên li Rojavaye Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê û derbarê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de nirxandin kir. Fozayê got:"Serkeftina jinên Kurd a li Mezopotamyayê bandora xwe li ser dîroka mirovatiyê kir. Dê di biharê de jinên Kurd serkeftina xwe ya li dijî DAÎŞ'ê îlan bikin. Jinên Kurd ji bo meşa azadiyê biryar dane û wê têkoşîna di vê rêyê de bidomînin."
 
*Rewşa aloziya siyasî ya li Sûriyeyê tê jiyandin di kîja qonaxê de ye?
 
Ev bû sê sal ku li Sûriyeyê alozî di navbere rêjîma El-Esad û hin rêxistinên di hundir û derveyî Sûriyeyê de tên jiyîn.  Ji sala 2018' an û vir ve êdî dewlet ketin dewrê û mînakê vê yekê jî li Efrîn û Îdlibê li ber çavan e. Her wiha piştî rewşa Dereya û Xûtayê, rola dewletên navnetewî yên ku ji bo Sûriyeyê di nav pevçûnê de bûn hîn bêhtir derket holê.  Ji ber DAIŞ ber bi tunekirinê ve diçe, gelek kes li bendê ne ku aloziya li Sûriyeyê bê çareserkirin. Lê weke  tê  texmînkirin çareseriya li Sûriyeyê ewqasî ne hêsan e. Ji ber ku hîn gelek mijar hene ku çareserî ji wan re nehatiye dîtin. Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, di  mijara Idilibê de tu zelalî nîne û tu çareseriya siyasî  ji bo çareseriya pirsgirêka  Sûriyeyê nehatiye dîtin. Heta ku ev mijar zelal nebin ne gengez e ku alozî li Sûriyeyê biqedin. Bendewariya ku bi qedandina DAIŞ’ê wê pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe, xapandineke herî mezin e. Rêjîma Sûriyeyê û dewletên navnetewî tu projeya wan a çareserkirina aloziya li Sûriyeyê tune ye. Tu dewlet naxwazin ku aloziya li Sûriyeyê çareser bibe. Sedema ku heta neha Cenewre, Soçî û Astana bê encam dimînin ev in ku heta guhertineke bingehîn di rêbaz de neyê çêkirin û hemû tevgerên siyasî yên li Sûriyeyê û  rêverberiya xweser  tê de amede ne be, wê tu caran alozî çareser nebe. Armanca dewletên navnetewî û herêmî ne çareserkirina aloziyê ye, berovajî  vê yekê dixwazin ku aloziyê geştir û zêdetir bikin.
 
* Tevî ku di şer de heta niha gelek DAIŞ’îyên biyanî di destên QSD’ê de ne û bangewazî ji Dewletên wan re tên kirin, gelo çima heta niha tu  dewletên navnetewî naxwazin hemwelatiyên xwe bigirin?
 
Gelek kesên ku ji derve  cihê xwe di nava DAIŞ' ê de girtibûn hebûn û niha jî gelek ji wan kesan êsîrin di destên QSD'ê de ne. Sedema ku dewletên derve hemwelatiyên xwe yên ku di nav DAIŞ’ê de cih digiritin û li gel QSD’ê ne nagrin hene, bê guman ew ên ku naxwazin welatê wan bi tehlukeyan re ru bi ru bimîne û girtina êsîrên xwe weke xeterîyeke li ser  ewlehiya welatê xwe dibînin. Her wiha ji hêla rêvereberiya xweser bangewazî ji dewletên ku hemwelatiyên wan li gel QSD’ê êsîr in kirin. Di derheqê vê mijarê de tu bersiv ji hêla dewletên navnetewî ve nehatiye dayîn. Ji ber ku Li Bakûr û Rojhikatê Sûriyeyê şer heye parastina van girtiyan jî zehmet e. Ji bilî vê jî ev berpirsiyariya van kesên girtîne aydê Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di eslê xwe de ev berpirsiyarî ya tevahî dewletên navnetewî ye. Piştî xelaskirina DAIŞ’ê mijareke herî sereke û gerek bê nîqaşkirin jî, ew e ku; her dewlet xwedî li hemwelatiyê xwe derkeve û li welatê xwe wan bidarizîne. Daxwazên Rêveberiya Xweser jî wê ji hêla vê mijarê ve bê navber bidome.
 
*Weke tê zanîn ku DAIŞ di hemleya Bagera Cizîrê de ber bi xelasiyê ve diçe hûn vê serkeftina li dijî terorê çawe dinirxînin?
 
DAIŞ hovîtî û dijmirovahiyê temsîl dike. Li hember DAIŞ' ê şerekî dijwar  hat kirin. Navenda vî şerî jî erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Suriyê bû. Di vî şerî de gelek bedelên bi nirx û mezin hatin dayîn. Sedema van bedelan jî ew bû ku gelê van herêman ji  hovîtiyê rizgar bibin û di welatê xwe de azad û aşîtyane bijîn. Gelê van herêman jî li hember hêzên parastinê QSD,YPG û YPJ’ê deyîndar in. Ji ber ku fedakartiyeke pir mezin hate dayîn. Şerê li dijî DAIŞ’ê ji bo parastina ax û gelê xwe bû. DAIŞ hêzeke ku tehdîdê li ser tevahî ewlekariya cihanê bû. Ev yek tê wateya ku bi navê mirovatiyê şerekî mezin li dijî DAIŞ' ê hatiye meşandin. Dibe ku ji hêla leşkerî ve DAIŞ ber bi xelasiyê ve diçe, lê ji hêla çandî û civakî ve hîn gelek texrîbat hene ku demek dirêj dixwaze heta ku were çareserkirin. Tunekirina  DAÎŞ’ê ji bo tevahî mirovatiyê destkeftiyeke  û serkeftinek mezin e. Destkeftiya herî mezin a ku di vî şerî de hate bidestxistin ew bû ku hemû gelên herêmê bi hev re şerê serkeftinê meşandin.
 
*Jinan di tunekirina DAIŞ’ê de roleke çawa lîstin?
 
Tiştê herî balkêş di van salên şer de rola tekoşîna jinan a li dijî DAIŞ' ê bû. DAIŞ sîstema qirêjahiya zehniyeta  desthilatdar ya mêr temsîl dikir û dida pêkanîn. Pênaseya DAIŞ yek jê dijiminê jinê ye. Zilmeke mezin ji hêla DAIŞ' ê ve li ser jinê hat meşandin, lê li pêşberî vê yekê jî  şerê jinan li dijî DAIŞ’ê ev vala derxist û têkoşîna jinê watedar kir. Kiryarên ku DAIŞ’ê li ser jinê pê kanî kiryarên ku di di dîrokê de sedsalên çaxa navîn dihat  binavkirin. Ji ber ku wan deman jin li bazaran dihatin kirîn û firotin û rastî koletiyê dihatin. Di sedsala 21’emîn de jî jin ji hêla DAIŞ’ ê ve bi vê yekê re ru bi ru hatin hiştin. Mînakê wê jî li Şengal û gelek deverên din jin bi hovîtiya DAIŞ' ê re ru bi ru ma. Lê jin ji vê hovîtiyê re bê deng nema û di kesayeta YPJ’ê de  tola dîrokî  ji DAIŞ’ê hat hilgirtin.  Divê ku tevahî jin ji vî şerê qirêj encameke mezin derxînin û parastina xwe bi xwe bikin. Jin di vî şerî de ne bi tenê ji hêla leşkerî ve pêş ket, ji hêla siyasî ve jî pêşketinek mezin  ava kir. Cihgirtina jinan ji her aliyan ve di jiyanê de intîqameke mezin li hember paşverutiya baviksalarî ye. Ev şer ji jinan re bû mîrasek û divê ku jin xwedî li vê mîrasê derkevin.
 
*Daxwaza Dewleta Tirk ji herêmeke bi ewle  tê  çi wateyê  û sînorê Sûriyeyê wiha dikare bi ewle bibe?
 
Bê guman Dewleta Tirk dixwaze ku li ser sînorê Sûriyeyê herêmeke bi ewle bide avakirin. Li ser vê mijarê nîqaş tê kirin. Rêveberiya Xeweser a herêmê  jî vê mijarê bi şêwazek cuda nîqaş dike. Herêma ku li ser tê nîqaşkirin di hemû pîvanên navnetewî de herêmek bi ewle ye. Herêma herî bi aştiyan e dijî di suriyê de herêma Rêveberiya Xweser e. Mijara  herêma bi ewle  ji aliyê Dewleta Tirk ve bi zanebûn xistin rojevê. Di şerê herî dijwar de yê li herêmê sînor bi destên xwediyên herêmê ve hatin parastin. Kesên ku herî zêde deyndarê Rêveberiya xweser in dewleta Tirk e. Ji ber ku ne ji berxwdana QSD,YPG û YPJ’ê bana wê niha hemû sînorên Tirkiyê di destên DAIŞ' ê de bana. Lê weke ku tê zanîn Tirkiye ji DAIŞ ne rehet nabe. Dema ku DAIŞ di Girê Spî û Kobamnê de bû Tirkiyeyê qala herêmek bi ewle nedikir. Daxwaza Erdogan a serek ew e; ku naxwaze aloziya suriyê çareser bibe û naxwaze ku kurd ên li suriyê ne  bibin xwedî statu. Armanca dewletan ya ji herêmeke  bi ewle ew e ku bingeha berjewendiyên desthildatdaran ava bikin. Rêverberiya xweser ya Herêmê jî, li dijî biryara herêma bi ewle ye. Hêza ku ji destpêkê ve tevî hemû  zehmetiyan sînorên xwe parastin û  diparêzin û xwedî wê hêzê ne ku dikarin biparêzin Rêvebertiya xweser e. Parastina sînorên bi  gelê herêmê ve gengaz e.
 
*Helwesta rêjîma Beşar Esad a li hember gefên Erdogan ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi ye?
 
Rêjîma Sûriyeyê heta niha tu gavên çareseriyê bi piratîk di Sûriyeyê de neavêtiye. Daxuyaniyên ku ji hêla Rêjîma Suriyê ve tên dayîn hin bêhtir suriyê dixe nav aloziyê. Pirsgirêkên ku li Suriyê hene, pirsgirêkên gelek giran in û ne hêsan in. Divê ku her dewlet û rêjîma Suriyê ji xwe bipirse gelo çima gel li hemberê rêjîmê rabû ser piyan? Çima ev heft sal in şer û alozî li Sûriyeyê tên jiyandin? Rêjîmê ew welat bi rêve dibir. Suriyê niha parçe bû ye. Parçeyek ji axa suriyê di destê Tirkan de ye. Bi hezaran xelkê suriyê koçberî welatên derve  bûne. Ji bo çareseriyê gerek di bingehê de guhertin bê çêkirin. Rêjîma Sûriyeyê ji van heft salên şer ders ji xwe re dernexistiye, loma hîn dixwaze  Suriya 2011' an be. Pirsgirêka Suriyê pirsgirêkeke destûrî ye. Destûra Suriyê ya bingehin antî-demokiratîk e. Di Suriyê de gelek pêkhate, ziman û ol hene, ev yek nabe ku bi yek ziman, yek pêkhate û yek ol bê mehkumkirin. Nabe ku gelê li suriyê dijîn mehkûmê yekperestiyê bên kirin. Israra Rêjîma sûriyê antî demokiratîk e û tê wateya ku di şer û aloziyê de israrkirine. Ji bo çareseriya Suriyê ji hêla Rêjîmê ve tenê daxuyanî û tektîkên siyasî nabin, ji bo çareseriyê gavên piratîk divê bên avêtin.
 
*Saleke ji ser dagirkirina Efrînê re derbas bû û gelek jin li wir tên revandin, heta niha saziyên mafê mirovan di vê derbarê de çi kirine? Çima helwesteke tund nayê nîşandan?
 
Saziyên mafên mirovan bê guman ew jî weke dewletan ji Efrînê re bê deng in. Ger ev saziyên mafên mirovan karê xwe bikirana, dê dengên xwe bilind bikirana. Li Efrînê mafê mirovan ketiye bin lingan. Efrîn ji van saziyên ku bi navê mafê mirovan bang dikin re bû îmtîhanek. Li Efrînê mirov tên kuştin, jin tên revandin, demografî û erdnîgarî tê guhartin, ev hemû sûcên mirovatiyê ye, pêwistî bi dadgeheke navnetewî heye ku van sûcên mirovatiyê bên darizandin. Gereke hesab ji tirkiyê bê pirsîn. Ev saziyên ku heta niha bê deng mane hevkariya dewleta Tirk dikin. Rola ku niha rêxistinên mafê mirovan ji bo Efrînê dilîzin, korbûn û  lalbûne.
 
*Grêvên berçîbûnê yên ku di pêşengîtiya Leyla Guven de hatin detspêkirin di asteke qrîtîk de ye, divê ku jin li vê çalakiyê di çi astê de xwedî derbikevin?
 
Di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de şerek hatiye îlankirin. Îşkence tên meşandin û hemû mafên ji bo kurdan heye tên qedexekirin. Yên ku dibêjin çalakiya Leyla Guven û hevalên wê tenê ji bo tecrîda li ser Ocalan û gelê kurd e ev wateya çalakiyê tengkirin e. Îro siyaseteke qirkirinê li ser tevahî gelê kurd tê meşandin û armanca van çalakvanên Grêvên berçîbûnê jî  ji bo tevahî mirovahiyê ye û li dijî faşîzmê ye û canê xwe fedakirine, ji bo sîstemeke demokratîk û mafdar bê pêşxistin. Gelê kurd tên kuştin, tên girtin kurdistan bûye cihê zindanê, lê tevî vê jî bêdengiya navnetewî dirûtiya herî mezin e. Ya ku ji her kesî tê xwestin li dora berxwedaniya çalekvanan xwe kirina xeleke û vê berxwedaniyê geştir kirine û heta dawiyê piştgirî ji bo Leyla Guven û hevalê wê dayîne. Ev çalakvan dixwazin qêrîna gelê kurd bê guhdarkirin. Ji ber ku hebûn û nebûna kurdan tê nîqaşkirin.
 
*Em ber bi 8’ê Adarê ve  diçin, hûn cudahiya berxwedana jinê ya ji salên din çawa dinirxînin û divê jin vê salê çawa pêşwazî bikin?
 
Wê sala 2019'an jin cejna xwe bi serkeftina li hember DAIŞ' ê û bi berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên jin cejna xwe pîroz û pêşwazî bikin. Têkoşîna jinên kurd û mezopotamyayê bandoreke dîrokî li ser tevahî mirovahiyê da kirin. Di biharê de wê jin serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ' ê îlan bikin. Her wiha jinên Efrînê jî ku ne li ser axa xwe ne bi êşeke pir mezin cejna xwe pîroz dikin. Jinan êdî biryara azadiya xwe dane û ev meşa azadiyê çiqasî berdêlên wê  giran bin jî, dê werin dayin. Di roja me ya îro de civakeke ku di pêşengtiya jinan de tê avakirin, bi berxwedana jinan serkeftin tên qezenckirin. Ev ji bo hemû jinan nirxeke geleke mezin e. Gerek tevahî jin bi ruhê  berxwedana Leyla Guven, YPJ’ê û jinên Efrînê cejna xwe pîroz bikin. Gerek jin bizanibin ku pirsgirêka wan a azadkirinê heye, ji bo wê jî, divê ku bîst û çar saetan di nav tekoşînê de derbas bikin. Jin di nav van her heft salên şoreşê de gelek destkeftî qezenc kirin û li kêleka wê jî zehmetî û êş dîtin. Ji ber ku şerekî azadiyê tê meşandin û ev şer jî berdelên mezin dixwaze. Îrade û hêza jinan heye ku vê rêya berxwedanê heta azadiyê bi ser bixin.