Cahîde Encu serbest hat berdan
- 09:09 27 Sibat 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Eta Cemal Encu yê ku di nava Komkujiya li Roboskê de jiyana xwe ji dest da Cahîde Encu serbest hat berdan.
Li Qilebana Şirnexê li gundê Roboskê di encama bombebarana ku bi balafirên şer hat kirin de Cemal Encu jî jiyana xwe ji dest dabû, eta Cemal Encu Cahîde Encu, duh li cihê kontrola polîsan ê di navbera Cizîr - Hezexê de hatibû binçavkirin û biribûn edliyeya Cizîrê.
Cahîde ya ku hat aşkerakirin bi îdaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hat binçavkirin, piştî îfadeya wê li dozgeriyê hat girtin serbest hat berdan.