‘Tehdîda tacîz û tecawizê di dema dorpêçê de bi nivîsên dîwaran dest pê kir’

  • 09:04 27 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Femînsta serbixwe Ferîde Eralp diyar kir ku tacîza polîs a li Enqereyê hatiye jiyîn ne munferît an jî tesaduf e û wiha got: “Ji nobedar heta polîs, ji tevgerên taybet heta peywirdarên ewilehiyê, hemû mêrên li ser navê dewletê çekê hildigirin, qada wan a şîdeta bêdawî pêk bîne heye. Vê di dema dorpêçê de bi nivîsên dîwaran dest pê kir. Li Cizîr, Sûr û Geverê ligel şîdeta şer, tehdîda tecawizê jî hebû. Divê em destûr nedin ku ev pergal wisa bidome.”
 
Li Kolana Sakarya ya Enqereyê xwendekara zanîngehê Merve Demîrel di bin çavan de rastî tacîza polîs hatibû û ev tacîz ji aliyê wezîrê karê hundir Suleyman Soylu, rayedarên AKP’ê û Midûriyeta Emniyetê ve hewl hatibû dayîn ku bê rewakirin. Femînîsta serbixwe Ferîde Eralp mijar nirxand.
 
Ferîdeyê destnîşan kir ku tacîza li Enqereyê hatiye jiyîn ne ya yekem e û got di demên dawî de gelek bûyerên bi vî rengî hatine jiyîn û wiha pê de çû: “Bûyereke ku jinek dema xistibû wesayîta ekîbê rastî tecawizê hatibû hebû. Dîsa li Mêrdînê polîsekî tevgera taybet tecawizê jinekê kir. Polîsê der barê wî de doz hat vekirin, berat kir. Jin ji ber tehdîdan neçar ma bajar terk bike. Ji nobedar heta polîs, ji tevgerên taybet heta peywirdarên ewilehiyê, hemû mêrên li ser navê dewletê çekê hildigirin, qada wan a şîdeta bêdawî pêk bîne heye.”
 
‘Di dema dorpêçê de bi nivîsên dîwaran dest pê kir’
 
Ferîdeyê di berdewamiyê de diyar kir ku zimanê şer ê di demên dawî de tund bûye û OHAL’ê her cureyê şîdeta li hember jinê bi mîlîtarîzmê rewa kiriye û bi rewakirinê re jî ev bûyer zêde bûne, cezakirin jî hema hema bê derfet e. Ferîdeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Vê di esasê de di dema dorpêçê de bi nivîsên dîwaran dest pê kir. Li Cizîr, Sûr, Geverê ligel şîdeta şer, tehdîda tecawizê jî hebû. Zimanekî zayendî dihat bikaranîn. Li malên hatibûn hilweşandin, valakirin prezervatîf dihiştin. Bi rûj li ser camê ‘evîn li Geverê tê jiyîn xweşika min’ dihat nivîsîn.”
 
‘Em ê destûrê nedin ku ev pergal bidome’
 
Ferîdeyê balkişand ser bûyera li Enqereyê jî û got ev bûyer ne munferît û tesaduf e û wiha got: “Mêr lê dixe, dewlet diparêze. Ji ber vê em jî têdikoşin. Armanca têkoşîna me jî ev e. Em ê destûrê nedin ku ev pergal wisa bidome.”