Namzeta HDP'ê ya hevşaredariya Qersê: Êdî li Qersê dor dora HDP’ê ye

  • 09:02 27 Sibat 2019
  • Rojane
QERS - Namzeta Qersê ya hevşaredariya Qersê Şevîn Alaca diyar kir ku ew ê bi serkeftina 31’ê Adarê bajarekî nû ê Qersê ava bikin û wiha got:” Heta niha her partiyeke siyasî li Qersê di şaredariyê de cih girt û tu xîzmet nehate dayîn. Êdî li Qersê dor dora HDP’ê ye. 
 
HDP’ê namzetên xwe yên 81 bajarok, navçe û bajarî aşkera kirin. Li gel aşkerekirina namzetên hevşaredariyan HDP’ê   xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê adarê li gelek bajar û navçeyan berdewam dike. Têkîldarî hilbijartinên herêmî namzeta hevşaredariyê Şevîn Alaca nirxandin kir. 
 
‘Bi qeyûman komployên tasfîyekirinê xistin dewreyê’
 
Şevînê bal kişand ser polîtikayên qeyûman û diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re hewldanên  ku têkoşîna tevgera jin tasfîye bikin ketin nêritiyê û  got ku îktîdar ji hêz û rêxistinbûyina jinan tirsiya û wiha axivî;” Ez li Qersê ji dayik bûm. Bavê min kurd û diya min Çerkez e. Ji sala 2015’an de heta niha ez di nav xebatan de cih digirim. Li Stenbolê di meclîsên jinan û rêveberiyên partiyê de min cih girt û ez niha jî namzeta hevşaredariya HDP’ê ya Qersê me. Di hilbijartinên 7 Hezîranê de HDP’ê li Tirkiyeyê serkeftineke mezin bi dest xist. Lê  ev pêvajo ji aliyê îktîdarê ve  hat xetimandin û îktîdarê li dijî tevgera siyaseta kurd qirkirineke siyasî ya taybet da destpêkirin. Şaredariyên ku  ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin hatin desteserkirin. Hevşaredarên me rehîn hatin girtin. Bi qeyûman vîna gel ipotek kirin. Yêkem îcraata qeyûman bû deskeftiyên jinan. Îktîdar baş dizane ku azadiya jinan, azadiya civakê ye. Guhertineke civakî bi jinê pêkane bû. Ji ber vê yekê jî komployên tasfiyekirinê xistin dewrê. Qeyûm ji bo ku jinan ji civakê dûr bikin her cûreyên êrîşan dan meşandin.” 
 
‘Êdî li Qersê  dor dora HDP’ê ye’
 
Şevînê di berdawamiya axaftina xwe de da zanîn ku gelê Qersê ji şaredariya heyî pir nerehete û wiha dom kir;” Qers xwedî dîrokeke kevnare ye û li Serhedê bajarê herî qedîm em dikarîn bibêjîn ku Qersê yê. Lê ev çend serdemin şaredariya Qersê di  destê partiyên din de ye. Rewşa Qersê ber bi alazoyê ve diçe.Şaredariyên heyî Qers anîn asteke herî jor. Heta ku li vî bajarî xîzmeta asgarî jî pêk ne hatiye. Gel ji şaredariya heyî bêhêviye. Her partiyeke siyasî şaredariya Qersê de cihê xwe girt. Lê xîzmeta wan û ya pratîkên wan li holê ye. Êdî li Qersê  dor dora HDP’ê ye.  Ji ber vê yekê gel eleqeyeke pir mezin dide HDP’ê. Bi taybetî jî jin ji bo ku namzeteke jin li Qersê heye, pir kêfxweş û bi kelecanin. Qers cihekî pir Kozmopolîtik e. Em ê li gorî van esasan xebatên xwe rêve bibîn. Gel ji me hêvîdar û bawer e. Em ji  bawer dikîn ku gelê me dê 31’ê Adarê berpirsyariya bajêr bide me.” 
 
‘Em ê ji jinan re qadên aboriyê vekin’
 
Şevînê bi lêv kir ku ji ber polîtikayên îktîdara heyî li Qersê qadên aboriyê têk çûne û got ku ew ê di qada aborî de dê xebatên herî bi hêz pêk bînin û wiha got:” Li Qersê gel bi pez û çandinê debara xwe dike. Lê ji ber polîtikayên îktîdara heyî gel di rewşeke nêçar de ye. Goşt ji derveyî welat tê îhtalkirin û her roj kayê jî zem dike. Gel ji vê yekê pir zêde bi bandor dibe. Bi taybetî jî qadên aborîyê yên jinan tune ne. Gava ku me 31’ê Adarê de bi ser kevin,  em ê destpêkê qadên aborî ji jinan re vekîn. Ji bo ku jin di qadên xweser ên aborî de cih bigirin em ê her piştgiriyê bidin. Bi kooperatifan û projeyên jinan em ê ji jinan re qadên aboriyê vekîn. Bi jinan re em ê ava bikîn.” 
 
‘Em ê bi gelê xwe re 31’ê Adarê Qerseke nû ava bikîn’
 
Şevînê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku piştî 31’ê Adarê HDP dê Qerseke nû ava bike û wiha bi dawî kir;” Em bawer în ku dê gel 31’ê Adarê ji vê rewşa awarte re bibêje bes e. Em dibêjîn ku ev ne qedera Qersê ye. Guhertina vê rewşê di destê me de ye. Ji bo Qerseke herî baş em ê bixebitîn. Heta niha ji gelê Qersê re tu xîzmet nehatiye dayîn. Li gel hatina me em ê aboriya bajêr bi hêz bikîn û turîzma wê xurt bikîn. Em ê bi gelê xwe re 31’ê Adarê Qerseke nû ava bikîn.”