Jinên Efrînê: Têkoşîna me rûmeta me ye

  • 09:01 27 Sibat 2019
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA -Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku tevî hemû zehmetiyan têkoşîna ji bo jiyanê didome û wiha gotin:"Têkoşîna me rûmeta me ye. Heta ku em Efrînê rizgar bikin em ê li berxwe bidin."
 
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bûn. Jinên ku niha li Kantona Şehbayê têkoşîna jiyanê didin axivîn û gotin:"Yên mirov mezin dike têkoşîna wan e. Loma emê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin."
 
'Berxwedana me didome'
 
Jina bi navê Fatima Ibrehîm wiha got:"Ez gelek xemgîn im ku Efrîn hat dagirkirin. Em ji ser axa xwe hatin koçberkirin. Lê ji bo me armanca jiyanê berxwedana her dem e.  Berxwedana me didome. Heta ku em negihêjin armanca xwe em dev ji têkoşîna xwe bernadin."
 
'Efrîn bû şahidê şerekî dijwar'
 
Esmehan Mustefa ya ku li Kampa Serdemê dimîne wiha hestên xwe anî ziman:"Efrîn bû şahidê şerekî dijwar. Gelek kes hatin qetilkirin. Lê dîsa jî me hêviya xwe ya vegere Efrînê winda nekir. Dê Efrîn ji dagirkeran re nemîne."
 
'Têkoşîna me rûmeta me ye'
 
Dicle Birîmo jî wiha got:"Ji ber dewleta tirk a faşîst axa me dagir kir niha em li kampe dimînin. Em heta ku Rêber Apo û Efrînê rizgar nekinem nasekinin. Têkoşîna me rûmeta me ye. Heta ku em Efrînê rizgar bikin em ê li berxwe bidin. Yên mirov mezin dike têkoşîna wan e. Loma emê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin."