ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN

  • 09:00 27 Sibat 2019
  • Rojev
*Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku tevî hemû zehmetiyan têkoşîna ji bo jiyanê didome û wiha gotin:"Têkoşîna me rûmeta me ye. Heta ku em Efrînê rizgar bikin em ê li berxwe bidin." DÎMEN HEYE
 
*Namzeta Qersê ya hevşaredariya Qersê Şevîn Alaca diyar kir ku ew ê bi serkeftina 31’ê Adarê bajarekî nû ê Qersê ava bikin û wiha got:” Heta niha her partiyeke siyasî li Qersê di şaredariyê de cih girt û tu xîzmet nehate dayîn. Êdî li Qersê dor dora HDP’ê ye. BI DÎMEN
 
*Li Tirkiyeyê aloziya aborî her roj kurtir dibe û ji her qadên civakî gel jê bi bandor dibe. Li gundê Qereqê Habîbe Çikmaz, bi salane bi sewalkariyê debara xwe dike. Lê ew jî ji aloziya aborî bandor bûn û hejmara pezê wan di saleke de  ji 300 pez daket  100 pezî. 
 
*Femînsta serbixwe Ferîde Eralp diyar kir ku tacîza polîs a li Enqereyê hatiye jiyîn ne munferît an jî tesaduf e û wiha got: “Ji nobedar heta polîs, ji tevgerên taybet heta peywirdarên ewilehiyê, hemû mêrên li ser navê dewletê çekê hildigirin, qada wan a şîdeta bêdawî pêk bîne heye. Vê di dema dorpêçê de bi nivîsên dîwaran dest pê kir. Li Cizîr, Sûr û Geverê ligel şîdeta şer, tehdîda tecawizê jî hebû. Divê em destûr nedin ku ev pergal wisa bidome.”DÎMEN HEYE
 
*Ciwanan pirsa ‘Yên li hember nirxên gelê me ne rêzdar in wê herêmên me bi rê ve bibin?’ pirsîn û diyar kirin ku wê şaredariyan ji dagirkeran bigirin û wê sindoqan bi rihê ciwanan zindî bikin.DÎMEN HEYE
 
*Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku di roja 74'an de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dikin di peyama ku şandin de wiha gotin: "Em li zindana amdê di berxwedanê de ne, li hemû zindanan di berxwedanê de ne. Em bi sedan berxwedêrên ku bedena xwe ji mirinê re razandine. Em bang li her kesî dikin ku ji van bedenan re bibin beden, em bang li her kesî dikin ku dest bi berxwedanê bikin."