Daxuyaniya greva birçîbûnê hat astengkirin
- 14:52 26 Sibat 2019
- Rojane
STENBOL - Însiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan a Marmarayê ji bo piştigiriya grevên birçîbûnê xwest daxuyaniyê bide lê hat astengkirin.
Însiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan a Marmarayê ji bo piştigiriya grevên birçîbûnê yên ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe, xwest daxuyaniyê li Qada Kentê ya Gebzeyê, bide. Destûr ji bo daxuyaniyê nehat dayin. Parlamentera HDP'ê Zuleya Gulum û gelek kes rêya wan ji aliyê polîsan ve hat birîn. Polîsan diyar kir ku qeymeqamtiya Gebzeyê daxuyanî qedexe kiriye. Zuleyha ji polîsan re belgeya qedexeyê xwest lê polîsan belga nîşan nedan.
'Ev li dijî hiqûqê ye'
Zuleyhayê anî ziman ku ew ji bo piştevaniya kesên di greva birçîbûnê de kom bûne û got:"Em dixwazin aştî bê, em dixwazin hemû kes azad bibe. Em naxwazin êdî kes wekî dijmin bimîne. Loma em îro li vir kom bûn û me xwest em daxuyaniyê bidin. Biryara qedexe û astengkirinê ne rast e. Ev li dijî hiqûqê ye."
Piştî axaftina Zuleyhayê girse derbasî avahiya navçeyê ya HDP'ê bû.