Axaftvanên panela 'Li Kepezê Jinbûn' mêr in
- 14:42 26 Sibat 2019
- Rojane
ÇANAKKALE - Di çarçoveya çalakiyê 8'ê Adarê de panela bi navê "Li Kepezê Jinbûn" ku wê bê lidarxistin ji ber axaftvanên wê mêr in bû sedema bertekan.
Li bajarok Kepez ya Çanakkaleyê, dê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de panela bi navê "Li Kepezê jinbûn" bê lidarxisti. Panela ku axaftvanên wê mêr in bû sedema bertekên jinan. Jinên ku rexneyên xwe li ser medya civakî anîn ziman wiha gotin: "Li Kepezê panela ku bi navê 'Li Kepezê Jinbûnûn' dê bê lidarxistin. Ji bo panela ku wê bê lidarxistin ji moderetorê wê bigire heta bi axaftvanên wê 8 mêr hatin peywirdarkirin û ev jî pênaseya nêrîna AKP'ê û piştevanên wê ya li jinan dide nîşandan."