'Ji xeynî Abdullah Ocalan tu kes nikare me ji çalakiya me vegerîne'

  • 14:26 26 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya nameyek şand. Denîz, diyar kir ku weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji 1’ê Adarê û şûnde li hemû girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin û got: "Heta tecrîd bişikê wê çalakiya me bidome. Ji xeynî Ocalan tu kes nikare me ji çalakiya me vegerîne."  
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, didomin. Çalakiya Guven di roja 111’emîn de û greva kma yekemîn a li girtîgehan di roja 73’yemîn de didome. Têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê, li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, Denîz Kaya nameyek şand. Denîz, destnîşan kir ku ji 1’ê adarê ve dê li hemû girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê bên destpêkirin.
 
Nameya Denîz Kaya wiha ye:
 
"Bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger re, em hewl didin vê rêhevaltiya xwe ya kêm derbas bikin û em soz didin ku dê pêwîstiyên ber bi Rêbertiya xwe ve bixin meriyetê. Em li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bi pêngava ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin’,  21’emîn komploya navneteweyî pêşwazî dikin. Em ê teqez biserkevin. Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê diyar dikin ku em berxwedana xwe bi biryarî mezin dikin.
 
Hêzên Kapîtalîst û komploger 21 salin nekarîn komployê bi ser bixin. Em di wê ferqê de ne ku bi vê boneyê dixwazin komployê rojane bikin. Ji ber ku bi awayeke zelal dibêjin ku li hemberî avakirina pergala wan a dijberî demokrasî û azadiyê tekane hêza ku dibe astengî, Rêbertiya me û Tevgera Azadiyê ye. Bi tecrîdkirina Rêbertiyê re ev tişt gotin. Bi qirkirin û komkujiyan ev yek gotin. Bi tepisandina gelê Kurd a polîtîkayên şerê taybet re vê yekê rojane dibêjin. Em jî dibêjin Rêber Apo navê jiyanê bi xwe ye. Weke şopdarên rêheval Kemal, Mazlum, Hayrî û Sarayan em jî dibêjin ku hûn nikarin jiyanê tecrîd bikin. Ger wisa bibe, hûn ê nekarin nefesê bistînin. Berxwedana me ya niha gihaştiya wê biryardariya ku bikare tecrîdê bişikîne û nîşan daye ku em amade ne di vê oxirê de berdelan bidin. Êdî hemû kerr û koran bihîstiye ku weke gel û tevger, em li dora Rêberê xwe bûne xelek. Divê êdî her kes bizane ku her parêzvanekî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ên ku dilê wan cedew girtiye, bi xiyanetkirina jiyanê, azadiyê, civakîbûn û heqîqetê re di dîrokê de cih girtine.
 
Me dîlgirtiyên doza PKK û PAJK’ê yên di zindanan de sedemên berxwedana xwe bi hemû cîhanê re parve kiribûn. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me radibe, heta ku azadiya wî û şertên wî yên xebatê pêk tên, em ê tenê yek gavê jî paşde neavêjîn. Em niha li 67 girtîgehan bi tevlêbûna 331 hevalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi bawerî û bi israr berdewam dikin. Çalakiya Guven li derve bi biryardarî didome. Li parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî çalakî bi biryardarî didomin. Gelê me li berxwe dide, tevgera azadiyê li ber xwe dide û baweriya ku em ê li ser xeta serkeftinê bi ser kevin her ku diçe mezintir dibe. Em weke kesên li zindanan, berxwedana xwe mezintir dikin. Bi hişmendî û biryardariya ku dê faşîzmê bi agirê berxwedana xwe bi rûxînîn, em çendanî û çawaniya çalakiya xwe bilind dikin. 
 
Em radigihînin ku ji 1’ê Adarê û şûnde weke girtiyên PKK û PAJK’ê, dê li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi awayeke hemwext dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku em ê di 1’ê adarê de bidin destpêkirin, heta ku tecrîd tê şikandin dê berdewam bike. Ji bilî Rêbertiya me, tu kes nikare me ji berxwedana me vegerîne.  Em bang li hemû parêzvanên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civaka sivîl dikin ku bibin dengê berxwedana me ya ku her ku diçe mezin dibe. Werin em faşîzmê hilweşînin û bi hev re jiyaneke azad birêsîn. Em li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li hemberî wekhevî  û azadiyê astenge, li ber xwe didin. Tecrîda li ser Rêbertiyê, li ser hemû kesî ye. Em bang li hemû kesî dikin ji bo şikandina tecrîdê tev li berxwedana me bibin.”