Jinên bazarvan cihê xwe ji dijî dagirkirina mêr parastin
- 13:34 26 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Jinên esnf ku bertek nîşanî mêrên cihê bazarê yê ku ji bo jinan hatibû veqetandin dan, li dijî dagirkirina mêr cihê xwe parastin.
Li navçeya Baglarê ya Amedê li taxa Bagcilarê ji ber ku cihê bazarê yê ji jinên esnaf re hatibû veqetandin mêran xwest lê bazarê vekin gengêşî derket. Mêrên bazarvan diyar kirin ku qadên bazarê yên ji bo wan hatine veqetandin têra wan nakin xwestin li cihê bazrê yê li taxê ji bo jinan hatiye veqetandin bazarê vekin. Jinên ku li ser kolanan Yenîhalê kom bûn bertek nîşanî vê helwesta mêran dan û gotin ku ew destûrê nadin mêr li cihê wan bazarê vekirin û li cihê bazarê dest bi nobetê kirin. Jinên ku li dijî mêrên serê sibehê hatin qadê û xwestin bazarê vekirin det bi nobetê kirin, diyar kirin ku qad ji bo wan hatiye veqetandin.
Ji jinan parastina rewa
Li ser gengêşiya ku di navbera esnafên jin û mêr de derket polîsan mudaxele kir. Bendewarî berdewam dike û mêran heqaret li jinan kir. Jinan jî li dijî vê parstina xwe kir. Jinên ku parastina xwe ya rewa kirin wiha gotin: "Bagcilar ya me ye, wê ji me re bimîne, em ji vir naçin em ê nobeta xwe bidomînin, bila şaredarî bê li ku ye, bila rewşa me bibîne û wê jin bi ser kevin. Ev dagirkirin e em vê qebûl nakin."
Jin bendemayîna xwe berdewam dikin û şaredariyê jî hata niha tu daxuyanî nedaye.