Daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de tên redkirin
- 11:41 26 Sibat 2019
- Rojane
KOCAELÎ/ANTALYA - Dazwaza Girtiyên li Gitîgeha Jinan a Gelbzeyê ya kêşnadina kêşandina wêneyan nayê qebûlkirin. Li girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê jî bi fermana Wezareta Dadê şekirê bedena gitiyên di greva birçîbûnê de napîvin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li 62 girtîgehan ji 300 girtiyan zêdetir dane destpêkirin di roja 73'emîn de berdewam dike. Her ku grev berdewam dike tundiya rêveberiyên li girtîgehan a li ser girtiyan jî zêde dibe.
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ku di greva birçîbûnê de ne û dixwazin ji bo ji malbatên xwe re bişînin wêneyên xwe bikişînin daxwaza wan nayê bicihanîn.
Herwiha girtiyan diyar kir ku wêneyên di dema hevdîtina vekirî de bi malbatên xwe re kişandine jî nadin wan.
Li Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê jî hat diyarkirin ku gardiyan bi awayê provakatîf nêzî girtiyan dibin. Her çend ku pîvana tansiyonê û ya kîloya girtiyan tê girtin jî bi fermana Wezareta Dadê şekirê bedena gitiyan napîvin. Herwiha hat ragihandin ku ku teraziya girtî xwe pê diwazinînin jî xirabe ye û her roj kîloyê cuda cuda nîşan dide.
Hat ragihandin ku vîtamîna B12 jî di rojên dawî de didin girtiyan.