Leyla Guven ji girtiyan re name şand

  • 10:57 26 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Çalakgera greva birçîbûnê Leyla Guven ku 111 roje li dijî tecrîda li Îmraliyê di grevê de ye, ji bo girtiyên li girtîgehan ku bi heman armancê di grevê de ne nameyek nivîsand û got; "Çalakiya me wekî kulîlîkên biharê ku li her derê dibişkuvin li tevahiya cîhanê belav bûye û berdewam dike. Serkeftin nêz e."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku 111 roj e di gereva birçîbûnê de ye ji bo girtiyên li girtîgehan ku bi heman armancê di greva birçîbûnê de ne nameyek nivîsand.  Leyla di nameya xwe de bang li girtiyan kir û got ku wê çalakiya wan encamên erênî bi xwe re bîne. Leyla di berdewamiya nameya xwe de anî ziman ku wan bihar  vê salê jî bi berxwedanê pêşwazî kirine û wiha berdewam kir: "Ez ji dil bawer dikim ku me 8'ê Adarê û Neweroz bi coşa xwe tacîdar kiriye."
 
Nameya Leylayê ku ji girtiyan re nivîsî bi giştî wiha ye: 
 
"Lêgerên hqîqetê rêhavlên min ên dilazad û xweşik, ez we hemûyan bi coşa govenda ku em ê piştî serkefitinê bi hev re bigerînin silav dikim û bi hesret hembêz dikim.
 
Di serdema vê berxwedana dîrokî de bi coşa ku em demsalekê dijîn wekî çûkek ku xwe li ber paceya qwîşa we  danîbe min xwest silvekê bi we dim. Bi avantaja ku ez bi we re ne li heman qadê me dixwazim mizgîniya ku bihar bi hemû xweşkahiya û hêviyên xwe tê bi we dim.  
 
Ez bawer im vê bihara ku em ê bi berxwedana xwe pêşwazî bikin em ê bi coşa 8'ê Adarê û Nwerozê tacîdar bikin.
 
Hevalên min ên hêja,
 
Berxwedana me ji ber ku meşrûye û di cih de ye li hemû deverên cîhanê deng vedaye, ji bo vê berxwedanê her roj peyamên piştevaniyê zêdetir dibin. 
 
Îtîfaka Faşît a AKP - MHP'ê li dijî vê berxwedanê zahmetiyên mezin dijî. Wekî ku hûn jî dizanin berê ji bo ku vê berxwedanê têk bibin ketin nav hewldanan. Hevdîtina li Îmraliyê a 12'ê Çileyê û tahliyekiinra min a di 25'ê çileyê de nîşaneya vê zoriya ku dikişînin bû.  Ev hewldan jî tên wateya ku em ê di vê berxwedana xwe de bi ser kevin. 
 
Rêhevalên min ên hêja,
 
Dema ku me dest bi vê berxwedanê kir me hemûyan ji bo ku em tecrîdê bişkînin dest pê kir û bedena xwe ji birçîbûnê re razand. Di rojên ku me li dû xwe hiştin de me berxwedana xwe bi bi biryar berdewam kir. Di asta ku em hatinê de bednên me yên ku roj bi roj dihelin nîşanî me didin ku em êdî ne aîdê xwe ne û divê ku her yek ji me wekî berxwedêrên gel ku berpirsiyariya wan zêdetir bûye tevbigere. Ji ber  vê heta ku berxwedana me bi serkefitinê bi encam bibe divê ku em li xwe û li hevalên xwe baş xwedî derkevin. Rêya me dirêj e, lê pîroz e.  Di vê rêyê de armanca me têkbirina tecrîdê û vekirina rêya aştiyê ji bo Rojhilata Navîn e. Li gel  vê çalakiyê em li jiyanê jî xwedî derdikevin ji bo ku em rojên xweş ên pêşerojê bi hev re pêşwazî bikin. 
 
Hevalên hêja,
 
Hûn dizanin, ez dibînin, hîs dikim û dibihîzim ku hûn herî zêde tendirustiya min meraq dikin. Lê divê ku hûn jî baş bizanibin ku ez jî di meraqa we de me. Cudahiya me ji kesên din jî hiqûqa me ya rêhevaltiyê ye. Ez bi her awayî gelek baş im û dixwazim ku barê we hemûyan hilînim. 
 
Hvelavên bi rûmet, 
 
Berxwedana me wekî kulîlkên biharê li tevahiya cîhanê belav bûye û berdewam dike. Serkeftin nêz e.  Li çarparçeyên Kurdistanê û li Ewropayê çalakiyên ku di pêşengiya jinan de hatine destpêkirin her roj mezintir dibin û belav dibin. Ji ber ku ez dizanim li girtîgehan tecrîd heye nizanim ku wê peyam bigihêje we an negihêje. Lê dîsa jî min xwest şensê xwe biceribînim. Ez we hemûyan bi coşa ku wê di demek nêz de roja me hilê silav dikim û ji dilê we yê berxwedêr maç dikim. 
 
 Leyla Guven"