Li Mexmûrê koma 25'an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt
- 10:55 26 Sibat 2019
- Rojane
MEXMÛR - Îro li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven ji aliyê koma 25'emîn hat dewirgirtin.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 111'an. Li Mexmûrê jî piştgiriya ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê didome. Endama koordinasyona mecilisa Îştar Fadîle Tok jî ev 38 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê îro ji aliyê koma 25'emîn dewir hat girtin. Berî ku çalakî dewir bê girtin deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê koma 24'emîn Mamoste Bengin Tunç axivî û got:"Ez li ser navê komê û gelê wergahê silavên xwe ji vir heta girava Îmralî ji Rêbertî û hemû xebatkarên li qadan dişînim. Hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe gelek planên qirêj didin meşandin, li dijî vê yekê dê têkoşîna me bidome."
Bengînê wiha domand:"Ji ber ku Rêber Apo ji bo aştiyê têdikoşe tecrîdek mezin li ser wî ferz kirin. Bi vê tecrîdê aştî hedef tê girtin. Em vê tecrîdê qebûl nakin û em ê her li dijî vê tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin."