Ji Tirkiyeyê beşdarî DAÎŞ'ê bûn
- 10:37 26 Sibat 2019
- Rojane
Ruhenda Amed
DÊRAZOR - Li Baxozê çeteyên DAÎŞ'ê ketine tengavê û hindik maye ku operasyona li dijî DAÎŞ'ê bi dawî bibe. Yaşar Başar a ku teslîmî hêzên QSD'ê bû anî ziman ku ew bi malbatî beşdarî DAÎŞ'ê bûne û got axa Sûriyeyê û malên gel wekî xenîmet tê bikaranîn.
Hêzên Sûriyeyâ Demokratîk (QSD) bi "Bagera Cîzîrê" li dijî DAÎŞ'ê operasyon dabû destpêkirin û ev operasyon nêzî bidawîbûnê dibe. Çeteyên DAÎŞ'ê yên ku li Gundê Baxozê ketine tengasiyê sîvîlên ku li gel wan bû kirin mertal. Heta niha gelek sîvîl ji aliye QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Gelek çeteyên ku teslîm bûne ji Tirkiyeyê derbasî nava DAÎŞ'ê bûne. Yaşar Başar (Hacer) li Stenbolê tevî malbata xwe dijiya û bi eslê xwe ji Konyayê ye. Yaşarê sedema beşdarbûna nava DAÎŞ'ê ji ajansa me re vegot.
'Li Sûriyeyê mal belaş in'
Yaşarê anî ziman ku şerdên li Tirkiyeyê yên jiyanê gelekî zor daye wan û wiha got:"Kesên ku em bi wan re ketin nava têkiliyê gotin ku li wir elektrîk, av belaş e û kirê nayê dayin. Gotin hûn herin wir hûn ê rehet bibin. Li Stenbolê dikana me ya telefonan hebû. Bi saya hevalên ku li dikanê hevserê min nas kirin em hatin vir."
'Em bi hêsanî ji sînor derbas bûn'
Yaşarê da zanîn ku ew di 2015'an de bi 5 keç, hevser û bi zavayên xwe derbasî Sûriyeyê bûne, dema ku derbas bûne qet pirsgirêk çê nebûye û wiha domand:"Em dema ku hatin Dêrazorê qet pirsgirêk derneket. Navên min wekî Hacer hat guhertin. Em derbasî mala kesekî din bûn. Ew mal a hinekî din bû lê êdî bû ya me. Mala min, çêlekên min, ajalên min çê bûn. Dema ku em çûn Sûriyeyê ev tişt dan me."
'Em cahil bûn û me nizanîbû'
Yaşarê da zanîn ku hevserê wê û 2 zavên wan di şerê DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane û bi gotina ' Em cahil bûn' poşmaniya xwe anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em du roj berê bi korîdora ku QSD'ê vekir teslîmî QSD'ê bûn. QSD'ê tiştekî ne baş bi me nekir. Ez dixwazim gêrî vegerim Tirkiyeyê."
Yaşar û keçên wê piştî ku ji aliyê QSD'ê ve pêdiviyên wan bi cin hat anîn, li kampê hatin bicihkirin.
https://www.youtube.com/watch?v=K6QnW3HKzyQ&feature=youtu.be