Jinên Rojavayê Kurdistanê ji Leyla Guven re name şandin
- 10:18 26 Sibat 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên jin ên Şaredariyên Rojavayê Kurdistanê ji bo Leyla Guven a ku ev 111 roj in ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê de ne, name şandin. Jinên Rojava di nameyê de anîn ziman ku nirxên mirovahiyê bi destên jinê hatiye afirandin û wiha hat gotin:"Jin bi berxwedanê dibe îrade û xweşik dibe, misogeriya azadkirina jiyanê ye jî. Jin bi çavkaniya xwe bûne şanaziya cîhanê. Leyla Guven jî bi çalakiya xwe bûye şanaziya cîhanê."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 111'an. Piştgiriyên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla didomin. Endamên jin ên Şaredariyên Rojavayê Kurdistanê jî ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven nameyek şandin. Di nameyê de hat ragihandin ku çalakiya Leylayê çalakiyek bi rûmet e û ew ê heta dawiyê xwedî li vê çalakiyê derkevin.
Di berdewamiya nameyê de wiha hat gotin:
"Hevala me, xwîşka me, ya hêja Leyla
Hemû jinên ku li zindanan û yên li derve li hember faşîzmê li ber xwe didin em di kesayeta we de wan bi hestên germ ji dil û can silav dikin.
Li Rojava nergizên ku bi tîrêjên rojê şîn dibin, hevalbendên ku bi hêviyeke mezin ji pêşerojê bawer in, her dem bûne hêviya têkoşînê. Di dîrokê de bi ked û vîna jinê, jiyan û tevahî nirxên mirovahiyê bi destê jinê hat afirandin û diyariyê mirovahiye hatine kirin, di destpêka sedsala 21' emîn de jin bi hişmendiya xwe ya dîrokî demê dubare dike u di pêşveçûna lêgerîna heqîqetê de dibe kevirê goşeyê ya têkoşînê.
Jin bi berxwedanê dibe îrade û xweşik dibe, misogeriya azadkirina jiyanê ye jî. Weke ku jinan bi berxwedanên xwe yên dîrokî jiyana azad afirandine û xwedî li vî mîrateyê derketine, îro jî bi cihanîna rola xwe ya dîrokî û bi keda xwe ya pîroz ku em şahidiya wê dikin berxwedana xwe didomînin.
Xwişka me ya hêja!
Faşîzmê di sedsala 21'emîn a Kurdistan û Rojhilata Navîn de li tevahî mirovahiyê jiyan herimandiye, tam divê pêvajoyê de hûn weke jinên şoreşger bi ve berxwedana xwe ya bi wate û ewqas jî nirxdar e, zindî dikin.
Em weke jinên rojava vê rastiya jina berxwedêr a Kurd bi gelek navên gernas ên weke Leyla Qasiman û bi berxwedana we pênase dikin. Hûn şopdarê vê rûmet û kevneşopiya vê berxwedana ku îro felsefeya xwe ji Rêberê Gelê Kurd girtiye û hûn îro nûnertiya vê rûmetê dikin.
Gelek xwedawendên ku navên wan Leyla ne gihaştiye heqîqetê. Em weke jin, zarok, ciwan û tevahî beşên civakê yên rojava bi navê hemû pêkhateyên Bakurê Suriyê bi ruh, hestên xwe mil didin vê berxwedana we ya pîroz. Heta dawiyê ev çalakiya we ku riya me ronî dike, rê li ber vîn û xwesteka me ya berxwedanê vedike. Em bi we ser bilind in. Rêzdar Leyla hûn ne bi tenê ne bi milyonan gelên me bi we re ne. Hûn her tim di dilê me û bîra me de ne.
Herî dawiyê em ji rojava bi navê tevahî jinên ku di şaredariyan de dixebitin silavên germ ji te re rê dikin, di çalakiya te de ji te re serkeftinê dixwazin û em bawer in ku bi îradeya we ya xurt em ê bi ser bikevin.
Silav ji berxwedana jinên şoreşger ên ku xewnên faşîzmê tek dibin.
Bijî hevala me Leyla û hemû hevalên berxwedêr."