'Em ê bi rihê berxwedana mezin Efrînê rizgar bikin'

  • 09:12 26 Sibat 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Endama Ofîsa Ciwanên PYD'ê Bêrîvan Esed derbarê amadekariyên Konferansa Ciwanê PYD'ê de axivî û got:"Em ê bi armanca rizgarkirina Efrînê amadekariyên xwe bidomînin û konferansa xwe li dar bixin. Ciwanên xwe bi rêxistin dikin dê Efrînê rizgar bikin." 
 
Endamên Ofîsa Ciwanên PYD'ê ji bo konferans û civînên berfireh xebatên xwe didomînin. Endama Ofîsa Ciwanên PYD'ê Bêrîvan Esed derbarê amadekariyên Konferansa Ciwanê PYD'ê de axivî û got:"Ji bo siberojek baştir xebatên baştir lazim in. Bi saya rêxistinbûyin û xebatên baş dê Efrîn jî ji destên dagirkeran bê rizgarkirin. Em ê bi rihê berxwedana mezin Efrînê rizgar bikin."
 
'Êdî Ciwanên PYD' ê dê bi nasnameya xwe ya siyasî tev bigerin'
 
Bêrîvanê amadekariyê lidarxistina konferansê wiha tîne ziman:"Piştî xebatê salekê dê konferansa yekemîn a Ciwanên PYD' ê were lidarxistin. Me wekî ciwan xwe ji nû ve ava kir û li ser komîteyên di rêziknameya hundirîn a ciwanan de her wiha rêveberiyên herêm, navçe û kantonê de xwe bi rêxistin kiriye. Êdî Ciwanên PYD' ê dê bi nasnameya xwe ya siyasî tev bigerin."
 
'Da ku ji pêvajoya heyî re bibin bersiv rêxistina xwe xurt dikin'
 
Bêrîvanê diyar kir ku dê ciwan bi rengekî çalak tevlî konferansê bibin û rewşa heyî nîqaş bikin û çareseriyê ji kêmasiyan re bibînin û wiha pêl da axaftina xwe:"Em niha li Kantonan civînên berfireh ji ciwanan re li dar dixin. Pêşniyarên ku derdikevin dê di cîvînan de jî bên nîqaşkirin û bibin biryar. Yekemîn konferansa ciwanên PYD' ê dê li  Rojava û Bakurê Sûriyeyê were lidarxistin."
 
'Jinên ciwan rola xwe di nava pergala hevrokatiyê de jî digirin!
 
Bêrîvanê bi lêv kir ku jinên ciwan xwe di asteke mezin de bi rêxistin dikin da ku ji pêvajoya heyî re bibin bersiv û wiha dom kir:"Jinên ciwan rol û misyona xwe di rêxistina PYD' ê de baş lîstiye û dilîze. Êdî jinên ciwan cihê xwe di nava pergala hevserokatiyê de jî digirin ji ber sîstema me ya nû giştî êdî dibe hevserokatiyê. Dewleta dagirker Tirkiyeyê Efrîn dagir kir û gel bi darê zorê koç kirin. Armanca tevahî kesê taybet ciwanan ew e ku Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke ne navendî ava bikin."