‘Divê bi destê Leyla û hevalên wê bê girtin’

  • 09:10 26 Sibat 2019
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
AMED - Jinan diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe û gotin ger neyê bidawîkirin wê berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê wê welat bihejîne. Jinan her wiha gotin ku divê bi destê Leyla û bi sedan girtiyên din ên di grevê de, bê girtin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 111’ê de berdewam dike. Her wiha çalakiya greva birçînûnê ya ji 300’î zêdetir girtî jî ku bi heman armancê dabûn destpêkirin didome.
 
Jinê li Amedê bêdengiya hikûmetê ya li hemberî çalakiyên grevê rexne kirin. Jina bi navê Seraîl Aygul destnîşan kir ku tevî ku çalakiya grevên birçîbûnê di rayagiştî ya navneteweyî de deng daye jî hikûmetê gûhê xwe girtiye û wiha got: “Tecrîdê sînorên Îmraliyê derbas kiriye. Bi taybet li ser jinan û hemû gelan tecrîd pêk tê. Divê polîtîkayên şer bên bidawîkirin û hawira aştiyê bê afirandin.”
 
‘Têkoşîna Kurdan mînak e’
 
Seraîl bi lêv kir ku têkoşîna Kurdan li cîhanê mînaka wê tune ye û hêza vê têkoşînê jî ji biryarbûna jinan tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêşengiya çalakiya li dijî tecrîdê pêk tê jin dikin. Ger jin hez bike û xwe girê bide astengiyan nas nake. Bi hezaran Leylayên ku ala têkoşînê dewir bigirin hene. Baweriya min a ku wê çalakiyên grevê bi serkeftinê encam bibe, tam e. Wê serkefitinên me berdewam bin.”
Sebahat Irmak jî anî ziman ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidawî be û got di rewşa ku grev bi dawî nebin wê berxwedana grevên birçîbûnê welat bihêjînin. Sebahatê got divê her kes bibe dengê çalakgeran û daxwazên wan biqîrin.
 
Jina bi navê Sebîha Polat balkişand ser daxwaza Leyla Guven û got ev daxwaza ji aliyê gelê Kurd ve her tim hatine ziman û got heta tecrîd bi dawî nebe, wê têkoşîna wan bidome û got tecrîd polîtîka şer e û divê her kes xwedî li çalakgeran derkevin.
 
‘Divê destê aştiyê bigirin’
 
Perîzade Karaca jî Leyla Guven û girtiyên din ên di grevê de silav kir û wiha pê de çû: “Grevên birçîbûnê ji bo tecrîd bidawî be pêk hatin. Tevî ku çalakî rewa ye jî rayagiştî bi awayekî baş xwedî li grevan dernakevin. Dem dema ku bi bihevrebûn bê nîşandan e. Divê bi destê Leyla û bi sedan girtiyên din ên di grevê de, bê girtin.”