Jinên Botanê coşa 8’ê Adarê wê bikin serkeftina 31’ê Adarê
- 09:03 26 Sibat 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Jinên Botanê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bernameya ji bo hefteyekê amade kirin û bi çalakî û bernameyên xwe wê li qada bin. Namzeta Hevşaredariya Cizîrê Berîvan Kutlu der barê bernameya wê li Şirnex û navçeyên wê pêk bên de axivî û diyar kir ku wê bernameya 8’ê Adarê bi coşa Newroz û hilbijartinê zêdetir bikin.
Ji 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re demek kurt ma. Jinên ku amadekariya vê dikin diyar dikin ku wê bi bernameyên 8’ê Adarê ji coşa 31’ê Adarê re pêşengiyê bikin û xebatên xwe bi lez didomînin. Li bajarê ku xebatên hilbijartinê bê navber dimeşin û gel bi coş roja hilbijartinê dipê, jin jî wê bi bernameyên xwe hefteya ewil a Adarê li qada bin.
Wê Pervîn Buldan li gel jinan be
Li herêma ku di vê pêvajoyê de wê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî cih bigire, ligel vekirina buroyan wê bi coşa 8’ê Adarê qûrnefîl bên belavkirin, qertên piştevaniyê ji bo jinên li girtîgehê bên şandin, bernameyên jinan bên organîzekirin. Namzeta Hevşaredariya Cizîrê Berîvan Kutlu anî ziman ku wê bi bernameyên xwe hefteyekê li qada bin û bi bernameyên 8’ê Adarê wê xebatên hilbijartin û Newrozê jî mezintir bikin.
‘Wê dengê jinên Botanê li qadan bên bilindkirin’
Berîvanê wiha got: “Ez Roja Jinan li hemû jinan pîroz dikim. Bi têkoşîn û destkeftiyên jinan em dizanin ku wateya vê rojê çi ye. Em jinên Botanê jî bi bernameyekê xwe ji bo vê hefteya watedar amade dikin. Bêguman em ji coşa hilbijartin û Newrozê re jî pêşengiyê dikin. Em ê bi rihê berxwedan û têkoşînê li qada bin. Em jinên Botanê tevî hemû zext û êrîşan wê li qadan bersivê bidin. Em ê vê berxwedanê heta dawiya jiyana xwe mezin bikin.”
Bernameya ku jin wê di 4’ê Adarê de starta wê bidin wiha ye:
4’ê Adarê: Li Şirnexê bernameya jinê. (13.00)
5’ê Adarê: Ji navend û navçeyê wê ji bo hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û girtîgehan wê qert bê şandin. (11.00)
6’ê Adarê: Li Guçlukonakê meşa bi erbane û belavkirina qurnefîlan. (13.00)
7’ê Adarê:Vekirina buroya hilbijartinê ya jinan a Cizîrê û bernameya jinan a Hezexê. (13.00)
8’ê Adarê: Vekirina buroya Sîlopiyê û piştî vekirinê bername. (12.00)