Li Dêrîk û Şemrexê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê hatin vekirin

  • 18:00 25 Sibat 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya  Mêrdînê, li navçeyên Şemrex û Dêrîkê buroyên hilbijartinê vekirin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê, li navçeyên Şemrex û Dêrîkê buroyên hilbijartinê vekir. Girse di serî de di têketina navçeya Şemrexê rawestiya û piştre bi konveyê li nava bajêr geriya. Girse ji aliyê gelê Şemrexê ve rastî eleqeyek nezin hat. Namzetên hevşaredar ên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag û Ahmet Turk, namzetên hevşaredar ên Şemrexê Nalan Ozaydin û Îbrahîm Çoko, endam û rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn.  Beriya vekirina buroya hilbijartinê namzetên hevşaredar ên Şemrexê  axaftin kirin.
 
Nalan Ozaydin di serî de Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye û di roja 110'emîn de berdewam dike bi bîr anî, slavên xwe jê re şand û û wiha got: “Gelê Şemrexê dê bersivê di 31’ê Adarê bide.” Îbrahîm Çoko jî ev tişt got: “Gelê me çawa ku di hilbijartinên heremî yên salên 1999, 2004, 2009 û 2014’ an de xwedî  li vîna xwe derket, dê di 31’ê Adarê de jî xwedî li  vîna xwe derkeve.. Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin qeyûm.”
 
‘Li Rojhilata Navîn gelek lîstikên mezin tên lîstin’
 
Namzeta Hevşaredar a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag jî bi lêv kir ku gelê wan ê kurd bi salane sekna xwe çawa nîşan da dê di 31’ê Adarê de jî wê sekna xwe nîşan bide. Namzetê Hevşaredar ê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî diyar kir armanca wan ne ew e ku şaredariyan bi dest bixin, armaca wan ew e ku pêşeroja gelê kurd ronî bikin û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji ber vê îro em vê siyasetê dimeşînin. Em dizanin ku zext û zordarî li ser vî gelî tên meşandin. Îktîdar dixwaze ku partiya gelan bifetisîne. Îktîdar ji bo ku em şaredariyan bi dest nexin siyasetek gelek qirêj dimeşîne. Nasname, hebûn û zimanê gelê me qebûl nakin. Li Rojhilata Navîn gelek lîstikên mezin tên lîstin. Li Rojhilata Navîn dixwazin destkeftiyên gelê kurd dest desteser bikin. Ji ber vê jî ev hilbijartin ji bo me gelek girînge. Hilbijartin rûmet û şerefa me ye. Divê em li xwe, vîna xwe û têkoşîna azadiya xwe xwedî derbikevin.”
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê ji aliyê dayikan ve hat vekirin. Bername bi gerandina  govendê bi dawî bû.
 
Derîk
 
Girse piştî vekirina burosya hilbijartinê derbasî navçeya Dêrîkê bû. Girseya ku li vir jî di têketina navçeya Dêrîkê de sekinî, piştre bi konvoyê li navçeyê geriya. Konvoy ji aliyê gelê Dêrîkê ve rastî eleqeyek mezin hat. Konvoy piştre derbasî  ber buroya hilbijartinê bû. Konvoy li vir bi coş, kelecan û rengê jinê hat pêşwazîkirin. Li  vir jî beriya vekirina buroya hilbijartinê axaftin hatin kirin.
 
‘Serkeftina me dibe ku ji wan re bibe henek’
 
Namzetên Hevşaredar ên navçeya Dêrîkê axaftin kirin. Mulkiye Esmez slavên xwe ji Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven re şand û ev tişt got: “Divê gelê me di 31’ê Adarê de xwedî li sindoqên xwe derbikevin. Sê salin dest danîne ser şaredariyên me. Em ê qayiman di sindoqan de bifetisînin.”  Namzed Şerîf Kiran jî wiha got: “Roja piştî 31’ê Adarê, 1’ê Nîsanê dê serkeftin a me be û dibe ku ev ji wan re bibe henek.”
 
‘Em ê vê siyasetê vala derxînin’
 
Namzeta Hevşaredar a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, got  ku gelek tişt hene bibêjin lê ew ê di 31’ê Adarê de bersivê bidin û bibêjin. Namzetê Hevşaredar ê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî  bi lêv kir ku li ser gelê kurd dixwazin ku polîtîqayên qirêj bimeşînin û wiha domand: “Niha li dijî me hîn polîtîkayên wan hene. Dixwazin ku gelê kurd tune bikin. Em ê vê siyasetê vala derxînin. Em gelek baş dizanin ku gelê Dêrîkê bedelên gelek mezin daye. Kesên ku dixwazin gelê kurd tune bikin em ê bersiveke baş bidin wan. Ger pêwîst bike em ê ji bo gelê xwe rihê xwe bidin. Em ji Dêrîkê slavan ji Leyla Guven û hevalên wê re dişinin. Em bawer dikin ku gelê me di 31’ê Adarê de bersiveke  baş dê bide.
 
 Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê qurdeleya buroya hilbijartinê birîn û vekirin. Bername herî dawî bi govendê bi dawî bû.