Qeyûman bi milyonan mal û milkê şaredariya Peyasê dewer kirine

  • 16:10 25 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Namzedê Hevşaredariya Peyasê yê HDP'ê Necatî Pîrînççîoglu diyar kir ku qeyûman bi milyonan mal û milkê şaredariya Peyasê dewerî Muduriyeta Perwerdeya Millî,  Muduriyeta Aşîkariya Sosyal û Weqfa Piştevaniyê ku di rêveberiya wê de lawê serokomar Tayyîp Eerdogan heye kirine. 
 
Namzedên hevşaredariya Peyasê yên HDP'ê Kezban Yilmaz û Necatî Pîrînççîoglu derbarê mal û milkê şaredariya Peyyasê de ku ji aliyê 3 qeyûman ve bi awayek bêrêbaz dewrî saziyên din kirin e de civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîn li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Peyasê pêk hat.
 
Necatî di civînê de axivî û bi bîr xist ku 3 qeyûmên tayînî Şaredariya Peyasê hatine kirin li ser wezîfeyê ne û got: "Budçeya şaredariyê bi awayek hovane bi kar anîn. Her wiha hemû mal û milkên neguhêzbar ên aîdî şaredariyê di demên cuda de ji aliyê qeyûman ve dewrî Qeymeqamiyê yan jî di bin navê hîbe de dewrî saziyên din ên dewletê kirin. Ev agahî gelek caran ji me re hatin.
 
'Ggelek neguhezbar dewerî qeyemeqamiyê kirine'
 
Necatî da zanîn ku wan li ser bihîstina van nelirêtiya û bêrêbaziyan gihîştine hin agahiyan û wiha got: "Me di encama lêkolînan de 13 Malên Piştevaniya Perwerdehiyê ku xwendekarên xizan perwerde dikir, Kompleksa Werzîşê ya Peyasê bi tevî milkiyeta wan ve dewrî Qeymeqamiya Peyasê kirin e. Pirtûkxaneya ku li ser eraziyê bihayê wê 80 milyon TL ye û bi 20 milyon TL dane çêkirin dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr hatiye kirin. Navenda Zarokan a li Taxa Medyaya Peyasê ku Şaredariyê û Weqfa Koçberiyê bi hev re xebatên hevpar lê birêve dibirin dewrî Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî ku birêdayî Qeymeqamiyê ye kirin." 
 
'Ji weqkfa ku lawê Erdogan rêveberê wê ye re dewer kirine' 
 
Necatî anî ziman ku di nav van neguhêzbarên şaredariyê ku dewr kirin e Weqfa Ciwanan û Xizmeta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê (TURGEV) ku di bin rêveberiya zarokên Serokkomar Erdogan, Bîlal Erdogan û Esra Albayrak de ye jî heye. Necatî got: "Em gihîştin agahiya ku kar û barê li Parka Ekîn Ceren ji bo 25 salan bi kirê dane TURGEV'ê." 
 
'Hem dewer kirine û hem jî pere dane' 
 
Necatî diyar kir ku Şaredariya Peyasê derbasî avahiya nû ya şaredariyê bûye û avahiya kevn û milkiyeta wê dewrî qeymeqamiyê hatiye kirin û mesrefên li ser çêkirina avahiya kevn ku bi 2,5 milyon TL hatiye çêkirin ji aliyê şaredariyê ve hatiye razandin. 
 
'AKP Û MHP bi hevkarî tevdigerin' 
 
Necatî destnîşan kir ku di hefteyek dawî de wan bihîstiye kreşa Zarokîstanê dewrî Qeymeqamiyê, Navenda Çanda Cegerxwîn dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê û seraya 100 donimî ya şaredariyê jî dewrî yekîneyên girêdayî Qeymeqamiyê hatine kirin û dê piştî hilbijartinê jî ji bo van karê hatine kirin dê razandina wê bê kirin. Pîrînççîoglu da zanîn ku şaredarî di sitendina karkeran de serokên bajêr ên AKP û MHP'ê û her wiha organên cûr bi cûr referans digirin. 
 
'Li dijî qeyûman dengê xwe bilind bikin'
 
Pîrînççîoglu bang li hemû saziyên demokratîk û sivîl û gel kir ku xwedî li şaredariyên xwe derkevin û xwest xelk li dijî biryarên kêfî yên qeyûman dengê xwe bilind bikin.