Sazî û rêxistinên jinan ji bo Leyla Guven li ber NY'ê çalakî li dar xistin
- 15:36 25 Sibat 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca piştevaniya çalakiya Leyla Guven rêxistin, Sazî û partiyên jin li ber navenda NY'ê çalakiyek li dar xistin.
Bi dirûşma “Em tev Leyla ne” rêxistin, sazî û partiyên jin ji bo piştevaniya çalakiya Leyla Guven a bi armanca şikandina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber navenda Netewên Yekbûyî (NY) a bajarê Qamişlo çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de bi dehan jin ji Yekîtina Jinên Rewşenbîr, Desteya Niştîmanî Erebî, Mecilsa Jina Sûrî, Desteya Jin, Yekîtiya Jinên Sûriyan, saziyên civaka Sivîl, Partiya Guhertin, Kongreya Star, beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de li ser navê boruya Diplomasî ya Kongreya Star Sena Xelîl, li ser navê Yekîtiya Jinên Sûriyan Ciwês Abdullah, ser navê koordinasiyona jin Ruken Ehmed, Destiya Partiya Aşîtî Demokratîk Evîn Mehsûm, hevseroka rêxstina Mafê Mirovan Evîn Cûma, axivîn.
Di axavtinê de balkişand ser berxwedana Leyla ya 110 roja û gotin:" Jin di dîrokê de her pêşenga Têkoşîn û berxwedanê bû, Leyla îro ev yek îsbat kir, ku jin dikare ji bo azadiya xwe tevahî sîstemên faşist hilweşîne. Em soza xwe bi Leyla carek din nû dikin, ku heta dawiyê bi îrade û israr têkoşîna xwe bidomînin."
Çalakî bi dirûşma' Bijî berxwedana Leyla Guven' bi dawî bû.