Li Efrînê jê 3 jin 5 kes hatin revandin

  • 15:14 25 Sibat 2019
  • Rojane
EFRÎN - Hat hînbûn ku li Efrînê komekê jê 3 jin 5 kes revandiye. Nehat hînbûn ku yên hatine revandin birine ku derê. 
 
Nûçeyên serdegertina malan, revandin, girtinê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê didomin. Li gor jêderkên herêmî Li Gundê Kefercanê ya Navçeya Şera yê Efrînê 2 roj berê bi ser malekê de hat girtin. Dewûd Hamdoş, Hanan Hamdoş, Aytan Hamdoş û Leyla Hamdoş hat revandin û nehat hînbûn ku komên ku ew revandin birine ku derê. 
 
Her wiha li Efrînê dîsa bir ser mala jina bi navê Ahin Murad El Husen de hat girtin. Hat hînbûn komên Ahin revandiye ew bi sîxurtiyê sûcdar kirine. Nehat hînbûn ku Ahinê birine ku derê. 
 
Li gor çavkaniya jêderkên herêmî li Efrînê revandina mirovan zêde bûye. Her wiha tê gotin ku kesên tên revandin bi îşkenceyên mezin rû bi rû tên hiştin.