Zehra Dogan: Têkoşîna ku jin bi salan e dide destkeftiyek mezin e

  • 11:18 25 Sibat 2019
  • Rojane
Şehriban Aslan / Nişmiye Guler 
 
MÊRSÎN - Rojnameger Zehra Dogan a ku hat tahliyekirin diyar kir ku têkoşîna jin bi salane dide destkeftiyek mezine û got:"Di nava çar dîwaran de tu xwe wekî girtî hês nake. Çimkî têkoşînek ku tu bi salane dike heye."
 
Editora Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ya ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, Zehra Dogan ji ber nûçeyên li Nisêbîna Mêrdînê yên di serdema qedexeya derketina derve ya 2016'an de çê kiribû û ji ber parvekirinên medyaya civakî bi sûcê "kirina propagandaya rêxistinê" 2 sal û mehekê cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Zehra Dogan do ji Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Tersûsê hat tehliyekirin. Piştî ku Zehra serbest hat berdan ji ajansa me re nirxandin kir. 
 
'Têkoşînek ku di nava çar dîwaran de tê kirin heye'
 
Zehra diyar kir ku ew bextewariyek dilşikestî dijî û wiha got:"Di nava çar dîwaran de mirov xwe girtî hês nake. Çimkî têkoşînek bi salan heye. Ez  dibêjim qey tiştê herî ne baş hînbûna zindanan e. Di heman demê de tu têkoşîna 'ez hîn nabim' dide. Dema ku mirov li têkoşîna hevalên xwe yên li zindanê dinê re ev rêzdarî jî dibe destkeftiyek. Hevaleke me 27 sal bû di zindanê de bû lê her dem bi motivasyon û moral bû."
 
'Vê serîhildanê bi pêşengiya jinê dest pê kir'
 
Zehrayê di heman demê de derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven wiha nirxand û got:"Li girtîgeha Tersûsê jinan piştgiriyek mezin didan çalakiya Leyla Guven. Her ku rojname dihat jinan meraq dikirin û digotin ka gelo derbarê Leyla Guven de agahiyên bi çi rengî hene. Gelo ka bangek wê heye. Niha li Girtîgeha Tersûsê 6 hevalên me yên jin di greva birçîbûnê de ne. Peyam şandin û gotin moralê me baş e. Vê serîhildanê bi pêşengiya jinê dest pê kir. Porê min jî hevalên min ên di greva birçîbûnê de honandin. Bi destên xwe kulîlk çê kirin û dan min. Me enerjiyek mezin ji wan digirt. Niha li girtîgehan jinên rojnameger jî di greva birçîbûnê de ne. Hin rewşa wan gelek xirab nebûye divê em hemû bibin dengê wan." 
 
Sîsê Bingol peyam şand: Dê kenê li ser rûyê me kem nebe
 
Zehrayê behsa rewşa tenduristiyê ya hevalê wê ya koguşê ya Sîsê Bingol û wiha got:"Sîsê her dem bi ambûlansan radikin nexweşxaneyan. Berî ku ez derkevim dîsa rakirin nexweşxaneyê. Slavê Dayika Sîsê ji bo herkesî hebû. Digot 'Dibe ez jinek pîr bim lê ez têkoşîna xwe didomînim. Dê kenê li ser rûyê me kem nebe'. Dayika Sîsê nerehetiya xwe tu carî nedianî ziman."
 
'Ji bo ew zarokana baş bijîn divê em hîn zêde têbikoşin'
 
Zehrayê ji girtîgeha ku dima rewşa zarokên girtî jî ragihand û got:"Zarokên li koguşê ji bin mazgalan bi hev re diaxivîn. Temenê hemûyan gelek bîçûk in. Tevî ku kesekî ji wan re tiştek nedigot jî destên xwe li deriyan dixistin  û digotin 'em çalakiyê dikin'. Wan xwe wekî çalakgerên biçûk didîtin. Dema ku gardiyan dihatin paşiya xwe bi wan vedikirin. Dema ku balafirek derbas biba destên xwe kil dikirin û digotin va ye em li vir in, em nikarin ji vir derkevin. Tu fikrên wan ên derbarê derve de tune bû.  Ji bo ew zarokana baş bijîn divê em hîn zêde têbikoşin."
 
'Ez ê têkoşîna xwe ya li qada xwe bidomînim'
 
Zehrayê da zanîn ku têkoşîna jinan a bi salan destkeftiyên mezin in û wiha got:"Dê her jin têkoşîna xwe ya bi salan bidonîne."
 
'Ji nava xwarinan alavên xerîb derdiketin'
 
Zehrayê da zanîn ku li girtîgehê şerd gelek dijwar bû û anî ziman ku bi taybet di warê xwarinê de pirsgirêk hebû û ji nav xwarinan alavên xerîb derdiketin.