2'emîn Konfransa HPC'ê bi dawî bû
- 10:52 25 Sibat 2019
- Rojane
QAMIŞLO - 2'emîn konferansa Hêzên Parastina Civakî(HPC) a ku bi dirûşmeye "Rawestanidina tunekirin û qirkirinê di riya xweparestinê re derbas dibe " hatibû destpêkirin bi biryarên girîng hat bidawîkirin .
2'emîn konferansa Hêzên Parastina Civakî(HPC) a ku bi dirûşmeye "Rawestanidina tunekirin û qirkirinê di riya xweparestinê re derbas dibe " li navenda çand û hunerê Aram Tîkran li Navçeye Girkêlegê bi tevlîbûna 590 delegeyî hatibû destpêkirin bi biryarên girîng hat bidawîkirin.
Piştî ku rapora 3 salan a kar û xebat hat xwendin nîqaşên girîng li ser hatin kirin. Xebat hat nirxandin û kêmasî hatin rexnekirin û rexnedayîn hatin dayîn, hat gotin ku" Divê li himber êrîşên modernîteya kaptelîst yên di aliyê çandî, axlaqî, fîzîkî û derûniye ku civakê ji rastiya dûr dixe were seknandin, di her qadekê de divê erkê rêxistinê were xurtkirin. Ekolojî û azadiya jinê li ser bingihê perwerde û zanebûnê esas were girtin, xweparastin mafekî civaki ye divê di asta hişmendî û rêxistinbûyînek bi hêz armanc were girtin."
Encamên kongreyê jî wiha bûn:
1- Li himber êrîşên derve û hundir bi hêza rêxistinkirî a civakê re parastina gund , tax, bajarê xwe esas girtin.
2 - Pêşxistin û parastina nirxên civakî û netewî .
3- Vekirina dewreyên idyolojîk û leşkerî ji hemû hêzên parastinê re li tevahî navçe û bajarên herêmê.
4- Her endamek li gorî ked û hunera xwe ya serkeftî ji hêla meclisa rêveber ve tê erkedarkirin.
5- Di hêza parastina civakî de pergala xweser rêxistin kirin.
6- Li himber tevahî cûreyên tundî û zayendperestiyê xurtkirina tekoşîna jinê
7- Komîteyên hêzên parastina civakî û komîteyên parastinê yên meclisa gel dê di heman pergala rêxistinbûyînê de cih bigrin û di nava kordinasyonê de xebatan bimeşînin.
Piştî biryaran Meclisa Hêza Parastina Civakî HPC herêma cizîrê ji 63 kesan hat hilbijartin.
Konferans bi dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Jin jiyan azadî "hat bi dawîkirin.