Beverly Ann Keen: Deriyên Tirkiyeyê bi Îmraliyê dikare ji bo aştiyê vebe

  • 09:09 25 Sibat 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Endama Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî Beverly Ann Keen, diyar kir ku wê daxwaza Leyla Guven a ketiye roja 110’an û hemû girtiyan li her derê vebêjin û got: “Deriyên ji bo aştiyê, bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e. Divê Tirkiye û hemû cîhan vê bibîne.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 110’ê de berdewam dike.
 
Çalakiya koma ewil a li girtîgehan hat destpêkirin ket roja 72’an, çalakiya nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz ket roja 97’an, li bajarê Strasbourg a Fransayê jî çalakiya 14 kesî dabû destpêkirin ket roja 71’ê, li Gallerê çalakiya Îmam Şîş ket roja 71’an, li Mexmurê çalakiya endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok ket roja 37 û ya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî ket roja 42’an.
 
Endama Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî, aktîvîsta mafê mirovan û akademîsyen Beverly Ann Keen diyar kri ku ew piştgiriyê didin çalakiyên grevê. Beverly ku li Arjantînê dijî, li Amerîkaya Latîn jî ji bo mafên gelan têdikoşe.
 
Beverly destnîşan kir ku ji bo tiştên civak dijîn bidin bihistin di vê delegasyona aştiyê de cih digire û got: “Ji bo mirovan têkoşîn dayîn û parastina mafên wan min gelek baş dide hîskirin. Li hemû welatan binpêkirina maf tê jiyîn. Em bi taybet ji bo tiştên li Tirkiyeyê û Amedê tên jiyîn di cih de bibînin hatin.”
 
‘Dengekî ku tê çewisandin heye’
 
Beerley anî ziman ku li dijî binpêkirina maf dengek heye û wiha pê de çû: “Ev deng ji aliyê desthilatdariyê ve tê çewisandin. Armanca me ev e ku em vî dengî bidin bihistin. Em ji bo piştevanî û şikandina tecrîdê hatin vir. Ez bang li CPT, li NY, PE, NATO û Amerîkayê dikim. Daxwaza wan daxwazek lezgîn e. Divê demildest Tirkiye bê hişyarkirin ku li gorî qanûnên xwe tev bigerin. Divê ev daxwaz demildest pêk bê. Hîna ku mirin çê nebûne divê daxwazên çalakgeran pêk bê. Tecrîda li ser Ocalan divê demildest bi dawî bibe. Em ê li her derê daxwazên mafdar ên Leyla û hevalên wê bînin ziman. Deriyên ji bo aştiyê, bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e. Divê Tirkiye û hemû cîhan vê bibîne.”