‘Ji bo aştiyê divê hemû jin di 8’ê Adarê de dakevin qadan’

  • 09:07 25 Sibat 2019
  • Rojane
WAN - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bang li hemû jinan kirin ku ji bo hemû qadên jiyanê û mafên xwe dakevin qadan û gotin bila jin ji bo aştî, li dijî zilm û zextan dakevin qadan.
 
Jinên cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê amade dikin. Jinên ku bernameya wan zelal dibe, li dijî pergala serdest a mêr wê di 8’ê Adarê de li qadan bên cem hev. Dayikên Aştiyê ji niha de bang li jinan kirin ku dakevin qadan.
 
Dayika Zekiye Kaya da zanîn ku zilm û zexta li ser jinan bi salane neqedyaye û wiha got: “8’ê Adarê rengê jinê ye. Bi salane zilm li ser jinan tê kirin. Em Dayikên Aştiyê şîdetê naxwazin. Ez bang li hemû jinan dikim ku dakevin qadan.”
 
‘Em ji bo bîranîna hevalên xwe berxwe bidin’
 
Kewê Işik jî daxuyakirin ku jin her tim ji bo mafên xwe berxwe didin û bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û got yekane daxwaza wan a di 8’ê Adarê de wê aştî be û got bila hemû jin ji bo jinên xwe feda kirine berxwe bidin.
 
Jina bi navê Hanîfe Koçak jî got divê hemû jin di wê rojê de dakevin qadan, xwedî li jinên li her derê berxwe didin, derkevin.
 
Hediye Koçak jî 8’ê Adarê ya hemû jinan pîroz kir û got ew wek dayika Aştiyê hemû jinan vexwendiyê qadan dikin û got divê hemû dayik dest bidin hev û dengê xwe bilind bikin.