Malbatên girtiyan: Em naxwazin ji girtîgehan cenazeyan bigirin

  • 09:04 25 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Xizmên girtiyan diyar kirin ku ew naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji girtîgehê bigirin û wiha gotin: “Wê gelê Kurd kengê xwedî li zarokên xwe derkeve? Jiyana Leyla û çalakgerên din di destê me de ye.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca şikandina tecrîdê di 8’ê Mijdara 2018’an de ketibû grevê, çalakiya wê di roja 110’ê de didome. Her wiha çalakiya greva birçînûnê ya ji 300’î zêdetir girtî jî ku bi heman armancê dabûn destpêkirin didome.
 
Malbatan diyar kirin ku divê daxwazên girtiyan demildest pêk bê û banga ‘em xwedî li girtiyên xwe derkevin’ kirin.
 
‘Wê gelê Kurd kengê xwedî li zarokên xwe derkeve’
 
Xwişka Înan Akin, yê ev 22 sale girtiye û niha li girtîgeha Tîpa F ya Kurkçular dimîne, Asya Akin diyar kir ku nêrîn û fikir çi dibe bila bibe divê piştgirî ji bo grevan bê dayîn û got: “Ger yekitî hebe wê daxwaz pêk bên. Ji bo birayê xwe pir xemgîn dibim. Diqeherim. Li dijî îradeya wan jî rêzdar im. Wan li wir canê xwe dane ber mirinê. Em li derve binçavkirinê nadin ber çavan. Me di 2012’an de dît. Me dît ku çi hat bidestxistin. Çima em qezenc nekin? Gelê Kurd wê kengê xwedî li zarokên xwe derkevin. Leyla 110 roje di grevê de ye lê hîna ji kesî deng tune ye.”
 
‘Naxwazim cenazeyê birayê xwe hilgirim’
 
Asyayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku hîna ku ji girtîgehan cenaze derneketine divê ji bo çalakiyan piştgirî bê dayîn û got heta ku li dijî zextan serî neyê hildan wê tiştek neguhere û got: “Daxwaza girtiyan mafdar û mirovane ye. Em deng bidin berxwedana wan.”
 
Di 21 rojî de 8 kîlo winda kir
 
Berîvan Bîtmen a ku 3 sal e girtî ye di vê pêvajoyê de 3 caran ket greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Berîvan piştî çalakiya Leylayê ket greva birçîbûnê û 55 roje di grevê de ye. Xwişka wê Afiye Bîtmen da zanîn ku Berîvanê di 55 rojî de 8 kîlo daye û niha pirsgirêkên tenduristiyê dijî û wiha got: “5 hevalên wê yên din jî bi wê re di grevê de ne. Em ji kesî tiştekî napên, lê divê xwedî li van ciwanan derkevin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Hemû cîhan Leylayê û grevên birçîbûnê dibîne. Divê hinek tişt bên kirin. Bi temaşekirinê nabe. Em deng bidin dengê girtiyan. Em bêdeng nemînin.”