ROJEVA 25'Ê SIBATA 2019'AN
- 09:00 25 Sibat 2019
- Rojev
*Jinên bajarê Qamişlo bi giyayê ku kom dikin hem xwarinê çêdikin û hem jî derman çêdikin. Jinên ku ji xwezayê giya kom dikin ji ajansa me re axivîn. BI DÎMEN
*Li Amedê jina bi navê Yildiz Elma a 55 salî di nava dehan kesên ji ber îfadeyên şahidên veşarî ‘venus’, ku derket holê şahidê wisa tune ye, hatibû girtin. Mîhrîcan Yanit a di îdianameyê de îfadeyên wê wek delîl hatin nîşandan nehat dîtin û şahid Îhsan Koçeroglu jî di îfadeya berê dabû de gotibû Yildiz Elma nas nake. Yildiz a dayika 4 zarokan e 3 meh in girtî ye.
*Xizmên girtiyan diyar kirin ku ew naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji girtîgehê bigirin û wiha gotin: “Wê gelê Kurd kengê xwedî li zarokên xwe derkeve? Jiyana Leyla û çalakgerên din di destê me de ye.”BI DÎMEN
*Serpîl Kemalbay a HDP’î diyar kir ku serokkomar Tayyîp Erdogan bihayên hewcedariyên sereke û guleyan aniye hember hev û got bi vê desthilatdarî pirsgirêka meşruyetê dijî û wiha got: “Serokomar herî dawî îtîrafa ku gel birçî hiştiye û ÎHA û SIHA girtine û got: “Heta 31’ê Adarê wê bacan û pîvazan bifroşe, wê rastiyan jî veşêrin.”BI DÎMEN
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bang li hemû jinan kirin ku ji bo hemû qadên jiyanê û mafên xwe dakevin qadan û gotin bila jin ji bo aştî, li dijî zilm û zextan dakevin qadan.BI DÎMEN
*Endama Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî Beverly Ann Keen, diyar kir ku wê daxwaza Leyla Guven a ketiye roja 110’an û hemû girtiyan li her derê vebêjin û got: “Deriyên ji bo aştiyê, bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e. Divê Tirkiye û hemû cîhan vê bibîne.”
BI DÎMEN
*Namzeta hevşaredariya Hezexê Songul Erdem diyar kir ku piştî bê hilbijartin şûnde wê ewil xwezaya Hezexê ya hemû bûye beton baş bikin û wiha got: “Em ê bi hêza gelê xwe re şaredariyê bînin rewşa berê. Em ê wî qeyûmî bişînin, ji bo gelê xwe çi ji destê me bê em ê bikin.”BI DÎMEN