Şahiyên TJA'yê yên 8'ê Adarê li Stenbolê berdewam in

  • 16:40 24 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - TJA'yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li Stenbolê şahî li dar xist. 
 
Meclisa Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Stenbolê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Stenbolê li herêma 1'emîn û 2'yemîn şahî pêk anî. Ji bo şahiya ku hat lidarxistin li gel nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl gelek jin tevli bûn. Jinên ku beriya şahî dest pê bike li hev kom bûn  stran gotin.  Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin û piştere bi Koma Erbanê ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) bi coşek mezin berdewam kir. 
 
Piştî koma Erbanê aktîvîsta TJA'yê Şaziye Çelîk axivî û got ku Tirkiye naxwaze kurd lli Rojhilata Navîn bibin xwedî sitatû.  Şaziye diyar kir ku krîza îro Tirkiye dijî ji ji ber vê ye. 
 
Şaziye bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê û got ku ewê 8'ê Adarê vê salê di 3'yê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi mîtîngê pîroz bikin. 
 
Şahî bi sînevîzyona ku mijara wê 8'ê Adarê bû bi dawî bû.