Kongreya Star li Lûbnanê ji bo Leyla Guven daxuyanî da

  • 16:32 24 Sibat 2019
  • Rojane
LUBNAN - Bi armanca piştevaniya çalekiya greva birçîbûn ya Leyla Guven ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan daye despekirin Kongreya Star li Lubnanê daxuyanî da.
 
Li peyitexta Lubnanê Beyirûdê ji bo mayindekirina piştgiriya çalekiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongera Civaka Demokrtîk (KCD) û   parlementara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û girtiyên zindanan yên ku ji bo  azadiye Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan ketene greva birçîbûnê a bê dem û dorneveger , li navenda Komeleya Newroz bi dihan  Endamên kongreya Star yên Lubnanê daxuyanî dan . Di daxuyaniyê de jinên tevahî sazî û rêxistinên jinê yên Lubnanê amade bûn.
 
Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Emkîhan Hemo ve het xwendin û wiha hat gotin" Destpêkê em tecrîda girangkirî a li ser Rêber  Abdullah Oclean şermezar dikin. Îro kombûna van jinan  bi yek dengî daxwa azadiya Rêber Apo ye. û piştgiriyê didin çalekiye Leyla ku encama  şoreşa azadiya jinê ye. Mirov dibîne ku çiqas felsefeya azad belav bûye û demokrasî pêş ketiye.  Îro kombûna van jinan serkeftineke mezina ji bo pirojeya netewa demkratîk û  felsefeya azadiyê  derxistiye holê. 
 
Ji bo wê jî ji bo azadiya Rêber Apo rawestandin tûne ya heya hêz di canê me de hebe em ê tekoşîna xwe dewam bikin û Rêberê xwe azad bikin  û domdarê çalekiye Leylayê bin. Banga me ji qada Lubnanê ji bo tevhaî jinan heye ku li derdora vê dozê bibin xelek û ji  bo daxwazên mafdar pêk werin, em  bi hev re tekoşînê bilind bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî serok Apo", " Jin jiyan azadî"," Bijî berxwedana zindanan" hat bi dawîkirin.