Polîsan jinên çûn serdana Leyla Guven asteng kirin

  • 16:22 24 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Heyeteke ku ji feminîst, rojnameger û aktîvîstên aştiyê pêk dihat çû serdana Leyla Guven a ku ev 109 roj e di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Jinên ku piştî serdana Leylayê ya li mala wê xwestin daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ku li djî tecîrda li Îmraliyê li girtîgehê dabû destpêkirin di roja 109'emîn de li mala xwe berdewam dike.  Ji bo Leylayê ji her aliyî ve serdanên piştevaniyê tên kirin. Di çarçoveya van serdanan de heyetek ku ji rojnameger, parêstvanên mafên mirovan û jinên feminîst pêk dihat ji bo serdanê çûn mala Leylayê. 
 
Polîs destûr neda ku jin daxuyaniyê bidin
 
Jinên beriya serdana Leylayê li Komeleya Jinan a Rosayê kom bûn, rêvebirên komeleyê jî li gel wan çûn serdana Leylayê. Heyeta ku çû serdana Leyla piştî serdanê xwest ku daxuyaniyê bide lê heyet ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Jinên ku bertek nîşanî helweta polîsan dan wiha gotin: "Di nav me de aktîvîstên aştiyê, parêstvanên mafên mirovn û rojnameger hene. Em di pêvajoyên giran re derbas dibin. Me xwest ku em jina li dijî vê pêvajoyê di greva birçîbûnê de ye ziyaret bikin."
 
Jin bêyî ku daxuyaniyê bidin ji ber mala Leylayê veqetiyan.