Foza Yusuf: Divê li dijî dagirkeriyê em hêza xwe xurt bikin
- 15:23 24 Sibat 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşmeya "Rawestanidina tunekirin û qirkirinê di riya xweparestinê re derbas dibe", 2'emin Konferansa HPC'ê hat destpêkirin.
Li Navçeye Girkêlegê a Kantona Qamişlo li navenda Aram Tîkran ya Çand û Hunerê 2'emin Konferansa Hêzên Parestina Civakî (HPC) bi dirûşma "Rawestanidina tunekirin û qirkirinê di riya xweparestinê re derbas dibe " bi tevlîbûna 590 delegeyî ji Herêma Cizîrê mêvanên ji derve û heyetek ji Rêveberiye Xweseriya Demokertîk dest pê kir.
Hola ku konfernas lê hat lidarxistin bi alên Hêzên Parestina Jin û wêneyên şehîdên Parestina Civakî hat xemlandin. Konferans bi deqeyek rêzgirtinê despêkir, paşê axvtin hatin kirin.
'Parastina axa xwe erka me ya sereke ye'
Endama koordinasyona Tevgera Civaka Demokeratîk Foza Yûsiv axvî û wiha got: "Em civakeke ku hîn jî ji bo hebûna xwe biparêzin tekoşînê didin e. Em civakeke ku bi komkûjiyan re rû bi rû mane, ji bo wê jî çek hilgirtin axa xwe parestin erka me ye û karê herî bi rûmet e ku mirov ji bo axa xwe biparêze têkoşînê bide. Civakek di bin dare zorê de maye dive li himber van kiryaran xwe biparêze. Dewleta tirk bi êrîşên ku dike dixwaze armanca xwe pêk bîne û careke din herêma m dagirk bike. Li hemberî vê yek dewletê navneteweyî jî bêdng dimînin. Hewildan hene tekoşîn heye ku em mafê xwe bi parêzin hem di warê jiyanî, dîplomasî de xwe rêxistin kirin ji bo ku em ji hêzên navnetewî re bêjin em jî dikarin siyasetê bikin. Eger hêze me neba tu kes di qada diplomasiyê de hesabê me neke. Ji bo em nekevin şaşîtiyan, rastiya gelê şoreşger derbixin holê û azadiye xwe bi destê xwe misoger bikin divê em hêza xwe ya parastinê xurt bikin."
'Gelê me li hember dagirkeriyê li ber xwe da'
Bi navê Kongreya Star Eyihan mûrad axvî û bal kişand ser hêza parestinê ku hete niha çiqas karîbûn di nava vê şoreşê de li ber xwe bidin û bibin yek ji esasên vê şoreşê û wiha got: " Rastiya tekoşîna 7 salan îro di keseyeta van dayîk û bavên ku tevî temenê xwe yê mezin çek hilgirtin û di çeperan de li ber xwe dane. Rastiya gelê berxwedêr derket hole ku çiqas li hember dagirkeriyê li berxwe daye."
Piştî axafitnên destpêkê dîwan hat hilbijartin.
Li gorî bernameyê wê di konferansê de perspektîfên Serokatî ên di warê rewşa rêxistinê de werin xwendin û nîqaş li ser werin kirin, dê sîstema hundirîn jî were xwendin û nîqaşkirin. Paşê dê Meclisa Hêzên Parestina Civakî ya Herêma Cizîrê ku ji 62 kesî pêk tê were hilbijartin.
Konferans berdewam e.