Şervanên azdiyê zarokek din ji hovîtiya DAÎŞ'ê rizgar kirin
- 14:59 24 Sibat 2019
- Rojane
ŞENGAL - Bi berxwedan û lehangiya şervanên azadiyê her roj mizgîniya rizgarkirina kesên êzidî ku di fermana 3'ê Tabaxa 2014 an de katibun destê Daişê tê. Îro ji zarokê êzidî yê bi navê Kînan Nurî ji aliyê QSD'ê û Şervanên azadiyê ve ku hatibû rizgarkirin radestî malbata xwe hat kirin.
Ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) her roj jin zarok û kesên din ên êizdî ku di ecama Fermana 73'emîn a 3'yê TebaxA 2014'an ji Şengalê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin tên rizgarkirin. Di ê çarçoveyê de îro jî zarokî 10 salî ê bi navê Kinan Nûrî ku ji destê DAÎŞ'ê hat rizgarkriin ji aliyê TAJÊ ve radestî malbata xwe hat kirin.
Kînan Nurî ji Gundê koco yê girêday Şengalê ya, temanê wî deh salî ya, ew jî di fermana 3 Tabaxa 2014 an de bi malbata xwere ketibu destê Daişê. Kinan demek kurt e ku ji destê çeteyan hatiye rigarkirin. Kînan ê ku hat rizgarkirin duh ji aliyê TAJ'ê ve radetî xizmên wî hat kirin.
'Ez gelek kêfxweş im'
Kinan ê ku bahsa xwe kir wiha got: “ Navê min Kînan Nuriya ez ji Gundê Koço me. Deme ku Ferman rabû ez bi malbata xwe re ketim destê DAÎŞ'ê û gelek kes ji gundê me ketin destê Daişê. Me gelek zor û zehmetî dît di destê DAÎŞ'ê de. Bi zorê
Quran bi me didan xwendin û nimêj bi me didan kirin, heger me biya wan nekirba li me dixstin û digotin hun kafirin. Heya niha jî ji malbata min gelek kes di destê DAÎŞ'ê de ne û ez nizanim ku çi bi serê wan hatiye. Ji ber ku ji destê çeteyan hatim rigarkirin û hatim ser axa xwe ez gelekî kêfxweş im."
Li ser axa Şengala pîroz Kînan Nurî yê ji gundê Koço li navende Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ) ya li bajarokê Xanasorê yê Girêday Şengalê teslîmî malbata xwe hat kirin. Li ser navê TAJÊ Fehîma Silêman axivî. Fehîme Silêman di detpêka axaftinê xwede bal kişan ser berxwedanana Şervanên azadiyê û wuha got: “ Em îro gelekî kêfxwaşin ku zarokekên me ji hovîtiya Daişê hatin rizgar kirin. Bi berxwedana Şervanên Azadiyê roj bo roj zarok, jin û keçên me ji destê DAÎŞ'ê tên rizgarkirin. Em gelakî sipasiya QSD’ê û Şervanên Azadiyê dikin ku zarokên me bi xwuna xwe ji nava destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar dikin. Şervanên ku êzidî ji qetlîam û fermanê rizgar kirîn, îro bi berxwedan û lehengî zarokên me jî ji destê DAÎŞ'ê rizgar dikin.”
'Em nahêlên ku korîdor bê girtin'
Fehîma Silêman di dewamiya gotinên xwe de li ser korîdora mirovahiyê ya di navbera rojavayê Kurdistanê û Şengalê de jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: “ Di fermana 3 Tabaxa 2014 an de korîdora mirovahiyê di nava Şengalê û Rojava de ji bo rigarkirinê hat vekirin, civaka êzidî di vê Korîdorê de ji qetlîamê û fermanê hat rizgar kirin, îro ji zarokên me di vê korîdorê re tên rizgarkirin û dighêjin malbatên xwe. Ev demek ku dewleta Îraqê dixweza vê korîdorê bigre, em jî vê yakê qebûl nakin, ev korîdor bi kedê hatiya vekirin û wê vekirî bimîne.”
Fehîma Silêman axaftinê xwe wih bi dawî kir: “ Emê niha Kînanê biçuk radestî malbata wî bikin, em hêvî dikin ku hemû zarokên me ji destê DAÎŞ werin rizgarkirin û bi kêfxweşî em wan ji li ser axa Şengalê pêşwazî bikin.”
'Biraziyê min gelek zordarî dîtiye'
Mamê Kînanê biçûk Rafid Seid jî kêfxweşiya xwe û sipasiya xwe anî ser ziman û wiha got: “ Em niha li navede TAJÊ ne min îro biraziyê xwe yê ji nava destê DAÎŞ'ê hatiya rizgarkirin girt ez gelekî kêfxweşim. Ev biraziyê min di fermanê de bi malbata xwe re ket nava destê DAÎŞ'ê . Deme ku Kînan hat girtin pênc salî bu, ev 4 sal in ku di nava destê DAÎŞ'ê de ye zimanê kurdî ji bîra kiriye û gelek zehmetî kişandiye. Ji malbata me 19 kes ketin destê DAÎŞ'ê . Heta niha hin hatine rizgarkirin hin jî hîdi destê DAÎŞ'ê de ne. Em gelakî sipasiya Şervanên Azadiyê û QSD’ê dikin ku bi ked û xwûna xwe zarokên me ji destê Daişê rizgar dikin."