Rojnameger Zehra Dogan hat tehliyekirin: Ez ê karê xwe bidomînim

  • 14:27 24 Sibat 2019
  • Rojane
MÊRSÎN - Rojnameger Zehra Dogan a 2 sal û meh bû di girtîgehê de ma hat tehliyekirin. Zehra piştî ku ji girtîgehê derket li ber girtîgehê axivî û  got; "Ez li ku dibim bila bibim ez bi we re bim û karê xwe berdewam bikim."
 
Rojnameger Zehra Dogan ji ber nûçeyên ku di dema qedexeya derketina derve ya 2016'an a li Nisêbînê hat îlankirin şopandin û ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê kiriye" ceza lê hatibû birîn ji girtîgeha Jinan a Tarsûsê hat tehliyekirin.  Zehra ya hat tehliyekirin nûçegîhana Ajansa Jinê ya Nûçeyan (JINHA) ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin bû. 
 
'Dengê girtiyan bibihîzin'
 
Zehra Dogan piştî hat berdan xwest li ber deriyê girtîgehê daxuyaniyê bide. Lê destûr nedan ku Dogan daxuyaniyê bide. Dogan, diyar kir ku derketina wê ya ji girtîgehê her çend li aliyekî kêfxweş bike jî li aliyê din ji ber ku hevalên xwe li girtîgehê hiştine ew xemgîn e  û wiha got: "Niha li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dike. Rewşa wan her ku diçe xerabtir dibe. Divê demek berî demekê deng bidin dengê çalakgerên di grevê de yên di pêşengiya Leyla Guven de dest bi çalakiyê kirine. Divê dengê wan bêtir bê bilind kirin. Ez li ku  dibim bila bibim ezê her dem di nava we de bim. Ez dê pîşeyê xwe berdewam bikim." Dogan herî dawî silavên xwe ji hemû hempîşeyên xwe re şand. 
 
Çi bibû?
 
Wênesaz û Rojnameger Zehra Dogan di 23'ê Tîrmeha 2016'an de li Mêrdînê hat binçavkirin û ji ber nûçeyên li Nisêbînê nivîsandibûn bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" hatibû girtin. Dogan nêzî 4.5 mehan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê mabû. Dogan di 9'ê Kanûna 2016'an de li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat darizandin û di danişina yekem de hatibû berdan. Di danişina duyemîn de dadgehê 2 sal û 9 meh û 22 roj ceza li Dogan birîbû. Dogan di 2'ê Hezîrana 2017'an de hat girtin û Demekê li Girtigeha tîpa E ya Amede girtî ma. Piştre Sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tarsûsê kirin. 
 
'Dayika Sîsê heta devê derî min oxir kir'
 
Zehra derbarê tendirustiya Sîzê Bîngol de jî agahî da û got ku wê heta devê derî ew oxir kiriye. Zehra diyar kir ku dayika Sîsê pirgirêkên tendirustyê dijî  û ji derve re peyama "Ez ê têkoşîna xwe bidomînim" şandiye.