Desteya Şarderiyan riya pirê ya Taxa Cûdî berfireh dike

  • 13:56 24 Sibat 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Desteya Şaredariyan bi alîkariya Kampaniya Zagros a girêdayî Rêveberiya Xweser, pirojeya berfirehkirina rêya pirê ya taxa Cûdî li bajarê Qamişlo da destpêkirin. Endama Beşa Hunerî ya Desteya Şaredariyan Bêrîvan Ilyas armnaca pirojeyê vegot.
 
Pirojeya Desteya Şaredariyan bi alîkariya kampaniya Zargors a girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokeratîk pirojeya berfireh kirina rê ya Pirê li taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo da destpêkirin. Têkildaîr mijarê Endama Beşa Hunerî ya Destya Şaredariyan Bêrîvan Ilyas derbarê mijarê de axivî û agahî dan.
 
Bêrîvan diyar kir ku gelek dem ji nû kirina rê re pêwîste û  got:" Amadekariyên mezin ji bo vê Pirojeyê hene, ji bo ku rê berfireh bibe û bibe riya çûn û hatinê. Ev salek ev piroje tê nîqaşkirin û niha jî bi alîkariya Kampaniya Zagros a girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokeratîk ev piroje pêk tê. Dirêjbûna rê 350 mere û firehbûna wê jî  8 metre ye. Bi giştî li doar 4 miliyon pere li çêkirina vê rêyê biçe. Niha gevên yekmîn ji bo çêkirina vê rêyê hatine destpêkirin.
 
Bêrîvanê di dawiha axafitna xwe de wiha got:" Armanca me ji vê pirojeyê ku çûn û hatina wesayitan hêsantir bibe û kirîz kêm bibe. Em hêvî dikin ku em hêjayî baweriya gelê xwe bin û ji bo xizmeta gel çi ji destê me bê em ê ji bo gelê xwe bikin." 
 
"