Li Serêkaniyê hin zarokên din jî bi êrîşa zayendî re rûbirû mane
- 12:17 24 Sibat 2019
- Rojane
RIHA - E.A. ya ku li Serêkaniyê bi êrîşa zayendî re rûbirû ma di îfadeya ku da de, diyar kir ku ew demek dirêj bi êrîşa zayendî re rûbirû maye û hin zarokên din ên li navçeyê ji bi vê êrîşê re rûbirû ne.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di 21'ê Sibatê de piştî ku 5 kesên êrîşa zayendî li zaroka 14 salî E.A. kirin hatin girtin li navçeyê bi E. re li heman dibistanê B.Y. ya ku bi êrîşa zayendî re rûbirû ma jî êrîşa lê hat kirin hat diyarkirin ku tê veşartin.
Bi êrîşa duyemîn a zayendî ya ku ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hat aşkerakirin re îfadeya E.A. ya li gel psîkolog daye jî jî hat bidestxistin. E.A. di îfadeya xwe de diyar dike ku ew di 10 saliya xwe de ji aliyê H.Î. yê 60 salî ve bi êrîşa zayendî re rûbirû maye. Herwiha E. A., di îfadeyê de anî ziman ku 4 salan bi awayekî demdirêj bi êrîşa kalê 65 salî F.Ç.,li pastaxaneya navenda sûkê rastî êrîşa zayendî ya xebatkarê pastaxaneyê M.Y yê 30 salî, rastî êrîşa zayendî ya dikandare 30 salî İ.E., manav M. hatiye.
E.A. da zanîn ku yek ji kesê êrîşa zayendî kiriye jî endamê Meclîsa Şaredariyê yê AKP'î F.O. ye. F.O., piştî Şaredarê Serêkaniyê yê AKP'î Menderes Atilla di hilbijartina 31'ê Adarê de ji Partiya Demokrat bû namzet, bû 1'emîn namzetê meclîsa partiyê. E.A. dîsa diyar kir ku rastî gefên dikandarê kezeban E. jî hatiye.
Hin zarokên din jî bi êrîşa zayendî re rûbirû mane
E.A., di îfadeya xwe de diyar kir ku di Cotmeha 2018'an de îfade daye Navenda Şopandina Zarokan (ÇİM) û ew êfadeya berê dubare kiriye. E.A, di îfadeya xwe de anî ziman ku H.Î, ji wê xwest ku hevala xwe ya dibistanê B.Y. bîne cem wî û wiha got: "Ji ber B.Y. jî bi êrîşa zayendî re rûbirû hat, hat parastin. H.Î. xwest êrîşa zayendî ya li dijî hevala wê ya dibistanê E.K jî aşkera bike. lê E.K. bertek nîşani wê dabû û asteng kiribû. Piştî E.A îfade da polîsan, Baroya Rihayê jî bû mudahîlê dozê. Li ser vê yekê polîsan li navçeyê 6 kes binçav kirin. Piştî 6 kes hatin binçavkirin, E., bi şertê kontrola edlî hat berdan û H.Î., F.Ç., F.O., M.Y. û Î.E. bi sûcdariya "êrîşa zayendî ya li dijî zarokan" û "bi zorê desteser kirin û şantajê" hatin girtin.