'Koçber ji ber bêdengiya rêxitinên mafên mirovan zahmetiyan dijîn'
- 11:06 24 Sibat 2019
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Endama Qada Civakî ya Kongreya Star a Kantona Hesekê Diyala Hiso diyar kir ku ji ber şer û pevçûnan û guhnedana rêxistinên mafên mirovan a li dijî pêdiviyên koçberan heta niha nêzî 34 zarokên Koçber jiyana xwe ji dest dane.
Piştî ku Pêngava Bagera Cizîrê dest pê kir û heta niha gelek jin û zarok ji destê Çetyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û derfetê jiyana bi ewle û aram ji wan re hatin avakirin. Di vê naberê de şert û mercên koçberan jî li gorî derfetan hatin sererastkirin. Dema ku jin ji qadên lê hatibûn bidestkirin direviyan, ji ber kêmderfetî û bêdengiya saziyên mafên mirovan a li dijî koçberan gelek zarokan bi rê de ji birçîna û ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Hin jinên ku çeteyên DAÎŞ'ç tecawizî wan kiribûn û ducanî hatibûn hiştin jî zarokên ku anîn dinê bi destên xwe kuştun. Heta niha li gorî daneyên fermî di navbera Dêrezorê û Kampa Holê de 35 zarokan jiyana xwe ji dest daye.
Li ser Mijarê Kongreya Star, Wekfa Jina Azad û Desteya Kar û Barên Jinan li ser mijarê lêkolîn kirin û hin encam bi dest xistin. Di vê mijarê de Endama Lijneya Qada Civakî ya Kongreya Star Diyala Huso ku wê jî cihê xwe di komiteya lêkolîna mirina zarokan de girt ji ajansa me JINNEWSÊ re axivî.
Endama Qada Civakî ya Kongreya Star a Kantona Hesekê Dilyala Hiso teqez kir ku erka wan a sereke ew e ku rewşa zarok û jinên koçber bi şopînin û wiha got: “Me weke tevgera jinê komîteyek ji qada Civakî ,Weqfa Jina Azad û Desteya Kar û Bar a Jinê ji bo ku rewşa mirina zarokên koçber em bişopînin amade kir û di encama xebatên vê lijneyê deme raporek amade kir, ji bo ku em weke tevgera jinê alîkarî û çareseriyekê ji bo zarokên koçber ku jiyana xwe ji dest dan bibînin.”
Diyalayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di şopandina vê mijarê de derket holê ku zarokên koçberan dema ji Dêrazorê derdikevin pir zehmetiyan dijîn heta ku dighêjin cihê bi ewle-kampa Holê û ji ber serma û birçîbûna ku di rê de dijîn heta niha 34 zarokên koçberan jiyana xwe ji dest dane. Zarokên ku jiyana xwe di destdane temenê wan piranî yek salî ne.”
'Rêxistinên Mafên Mirovan alîkariya koçberan nake'
Diyalayê di dewama axftina xwe de rêxistinên mafên mirovan rexne kir û got: “Hêjmareke pir mezin ji rêxistinên mafên mirovan cihê xwe di Kampa Holê de digrin. Lê bi erka xwe ranabin û alîkariyê nadin koçberan. Niha jî hin koçber hene ku bê kon mane û Saziya alikariyê ya Mafên Mirovan alikariyeke pêwîst nade wan. ji bo ku koçber rastî zehmetiyan neyên Reveberiya Xweser li gorê derfetên xwe pêdiviya koçberan pêşwazî dike. Lê ji ber ku hêjmar zêde ye alîkariya tê kirin têrê nake û tengavbûnek tê jiyîn. Gelo rêxistinên mafên mirovan çi dikin ger ku piştgiriyê nadin van koçberan jî ?”
‘Çeteyên DAIŞ’ê jiyana jinan tarî kiribûn’
Diyalayê li ser rewşa jinê ya dema DAIŞ’ê jî wiha got: “Di şopandina mirina zarokan de jî hin buyerên bi êş me dîtin; ji ber ku hin jin bi darê zoarê bi çeteyên DÎŞ'ê re hatin zewicandin û bi riya tecwizê ducanî mane zarokên ku anîne dinê bi destên xwe kuştine. Ev jî mijareke pir xemgîn û bi êş a ku jinan kişandiy radixe ber çavan. Her çend ku ev rêbazeke şaş be jî, ev jî bingehê xwe ji cehaleta ku DAIŞ’ê li jinan daye ferzkirin digre.”
‘Bi perwerde û alîkariyê em ê ji jinên Kampa Holê re bibin alîkar ‘
Diyalayê di dawiya axftina xwe de wiha got:“Di encama şopandinê de, me biryar da ku em di navbera Dêrezorê û Kampa Holê de beşeke tendirustiyê ya seyar çê bikin. Em ê bi vê rê li pêşiya mirina zarokên koçber ji sermayê û birçîbûnê bigin. Ji bo jinên ku derbasî Kampa Holê dibin, bi armanca îstîhdamê em ê kooperatîfan ava bikin ji bo debara wan. Armanca vê kooperatîfê ne bi tenê aborî ye, ji bo ku hezkirin û jiyana hevbeş di nav jinên koçber de pêk bê jî dê perwerde ji bo wan we re dayin.”