Li Dêrazorê zarokên êzidî hatin rizgarkirin

  • 10:55 24 Sibat 2019
  • Rojane
DÊRAZORÊ - Li gundê Baxoz ê bajaroka Hecîn a Dêrazorê 11 zarokên ku di Komkujiya Li Şengalê de ji aliyê DAÎŞ'ê  ve rehîn hatinbûn girtin hatin rizgarkirin. 
 
Di encma operasyonên ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li gundê Baxoza Jonrîn yê bajarokê Hecîn a Dêrazorê ku hatin kirin de di rojên dawîn de bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin. Di nav sivîlên ku hatin rizgarkirin de zarokên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve rehîn hatibûn girtin jî hene. 
 
Di hin korîdorên ku hatin vekirin de operasyon tên kirin. Di encama van operasyonan de bi sedan çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan jî teslîm dibin û hejmara kesên ku di demên dawîn de hatin rizgarkirin 5 hezar derbas kiriye.  Di nav kesên ku hatin rizgarkirin de 11 zarokên êzidî ku di dema Fermana 73'yan a li ser êzidiyan li Şengalê hat kirin de rehîn hatin girtin jî hene. Zarokên ku hatine rizgarkirin temenê wan di navbera 11 û 15 salan de di  guhere. Malbatên hin ji van zarokan ji aliyê DAÎŞ'ê  ve hatine qetilkirin. Zarokên bi hêzên QSD'ê re bi kurdî axivîn rewşa Şengalê pirsîn. Zarokên ku dayik û bavê wan hatin bîra wan agahiyên derbarê nasnameyên wan de bi hêzên QSD'ê re parve kirin. 
 
Zarokên ku gotin ew ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve di perwerdeya olî û leşkerî re hatine derbaskirin, li bendê ye ku di demên pêş de radestî malbatên xwe bên kirin.