Asîmîlasyon ji nifşê me dest pê kir:Em bi lêdanê hînî tirkî bûn

  • 09:07 24 Sibat 2019
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE- Nivîskara pirtûka Hamşetsnak Lizu Kidanutun (Rêzimanê Hemşinî), Huriye Şahîn diyar kir ku ji Osmaniyan heta Komarê polîtîkayên asîmîlasyonê xwe bi komkujiyan heyî kiriye, lê tevî her tiştî gelan zimanê xwe parastine û wiha got: “Gel dilê wan girtî dijîn. Zewacên wan jî ji nav wan pêk tên. Ji ber vê ziman hat parastin. Asîmîlasyon ji nifşê min destpêkiriye. Ji ber em bi lêdanê hînê tirkî bûn.”
 
5’emîn pirtûka nivîskar Huriye Şahîn ya Hamşetsnak Lizu Kidanutun (Rêzimanê Hemşinî), ji weşanên KKM derket. Hemşînî ji zaravayê Ermenkî ye û Huriyeyê têkgehên rêzimanê Hemşînî û gotinên wê ji zaravayê wêjeya Rojava girt, li Tirkiyeyê yekem car der barê rêzimanê hemşînî de çavkanî tê avakirin. Huriyeyê der barê polîtîkayên asîmîlasyonê de nirxandin kir.
 
*Der barê polîtîkaya asîmîlekirina zimanên li Tirkiyeyê de xebatên we yên girîn hene. Em dikarin beriya pirtûkê we hinek nas bikin?
 
Ez li gundê Osmaniye yê Kemalpaşa ya Hopa Artîvînê hatim dinê. Min heta pola 5’an li wir xwend. Piştre em hatin Enqereyê. Dibistana navîn û lîse min li wir xwend. Min Beşa Îşletmê ya Zanîngeha Anadolu ya Eskîşehîrê qedand. Di 13 salî de hestiyarbûna min ya civakê dest pê kir. Bi bandora têkoşîna şoreşger min têkoşîn nas kir. Bi Dev Yolê re min têkoşîna şoreşger nas kir. Piştre di Tevgera Rizgariyê de xebitîm. Di Kovara Yenî Aşama de xeibtîm. Piştre veqetiyam. Demekê serbixwe mam. Piştre bûm namzeta damezrîner a Partiya Karkeran a Sosyalîst Şoreşger. Min Serokatiya Navendî ya Enqereyê kir. Ez niha serbixwe me. Min der barê pisgirêka jinan de makale nivîsîbûn. Di 2005’an de pirtûka min ya yekem ‘Marksîzm cîns koru’ hat weşandin. Der barê pirsgirêka jinan de bû. Der barê jinên kurd de jî min beşek ji pirtûka Abdullah Ocalan girt. Pirtûka duyemîn der barê Berxwedana Tekelê de bû. Pirtûka min ya sêyemîn romenek polîtîk bû. ya çaran jî der barê asîmîlasyona ziman de bû.
 
*Li Tirkiyeyê der barê Hemşînî de yekem car xebatek wisa tê kirin. Ev fikr çawa derket holê?
 
Ez ji du tiştan bi bandor bû. Ya yekem ji ber dayika xwe zimanê Hemşînê baş dizanim. Ya duyem jî pirtûka Patrîka Ermenî ya Stenbolê derdixistibû, Hevalekî ermenî ew pirtûk anîbû. Min ew pirtûk xwend û dest pê kir.
 
*Hemşînî jî wek Kurdî rastî asîmîlasyonê hatiye. Hemşînî heta îro xwe çawa parastiye?
 
Ji ber pergala kapîtalîst li Tirkiyeyê dereng pêş ket komên etnîk girtî dijîn. Kurd jî wisa bû. Gelên Rojhilatê Behrareş jî wisa bûn. Cîranên me Laz in.Hinekî jor Gurcî ne. Hinekî jêr Rum in. Lê gel girtî dijî. Zewacên xwe jî di nav xwe de dikin. Ji ber wisabû ziman hat parastin. Asîmîlasyonê di nifşê min de destpêkiriye. Em bi lêdanê fêrî Tirkî bûn. Di dibistana seretayî de min Tirkî nizanibû. Em li gund hemû Hemşîn bûn. Kesî Tirkî nizanibû. Mamoste bi cetvelê li me dixist.
 
*Polîtîka muslumaniyê kengê li ser Hemşîniyan dest pê kir û êrîşên li hember wan çawa berdewam kirin?
 
Hemşînî di salên 700’î de hatine herêmê. Di êrîşa Persan a li hember Ermenîstanê de em hatine herêma Rîze ya herêma Rojhilatê Behra Reş. Di esasê de herêmek Hemşîn tune ye. Bi hatina bav û kalên me re ew der ava dibe. Piştre Ermeniyan 1600 sal berê bi tîpên xwe perwerde dane destpêkirin.Ji ber vê li dêran heta pêvajoya muslimantiyê di qada perwerdê de ne. Yanî zimanekî di zaravayê Rojava de xwe heyî kiriye. Di 1700’î de Osmaniyan li hember Behrareş tevgera muslimantiyê daye destpêkirin. 
 
*Bi Komarê re polîtîka asîmîlasyonê ket pêvajoyek çawa?
 
Bi Komarê re qedexe belavtir bû. Ev tenê li hember gelên Rojhilatê Behrareş nebû. Li hember hemû gelên Mezopotamya di serî de jî li hember Gelê Kurd pêk hat. Asîmîlasyon tenê bi qedexeyan ne, bi komkujiyan berdewam kir. Lê gelan li ber xwe dan, hewl dan. 
 
*Li gelek derê asîmîlasyonê bi ziman dest pê kir û bi çandê berdewam kir. Hun der barê vê de çi dibêjin?
 
Vê dewletê Tirk jî asîmîle kirin. Yanî Tirkbûna bi Komarê re destpê kir, Tirkbûneke ku burokrasiya sivîl û leşkerên ku dewlet ava kiriye. Dema mirov li ziman dinêrin mirov vê dibînin. Ji avabûna dewletê heta niha, em bi zimanekî ku her tim diguhere re hatine rû hev. 
 
*Di vî alî de hun hewldanên li dijî asîmîlasyonê tên dayîn çawa dibînin?
 
Divê em li her platformê vê bînin ziman. Divê her partî, sendîka, komele û lijne vê bîne rojevê. Ji ber Tirkiye mozaîka gelan e. Ev komele, sazî û partî ji gelan pêk tên. Tirkiye ji çîna karkeran pêk tê. Çîna sermayê jî ji gelan pêk tê. Nasnameya Tirk, nasnameya ku dewletê li me kiriye. Ez dibêjim başe ku min pirtûka xwe nivîsiye. Li her derê cîhanê deng da. Em hemû gel ji bo xwe heyî bikin divê em tevgerek hevpar ava bikin.