'Dagirkerî nikare îradeya me bişkîne'

  • 09:02 24 Sibat 2019
  • Rojane
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Her roj gelê li Gundê Soraxanê yê Navçeya Şêrewayê bi êrîşên dewleta tirk rû bi rû dimînin. Gelê ku li gund dimînin gotin:"Em natirsin. Dagirkerî nikare îradeya me bişkîne."
 
Ji ber êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên li ser Şêrewayê gelek kesî koçî Şehbayê kirin. Di vê salê de gelek êrîş li ser Şêrewa çê bû. Bi taybet jî li ser Gundê Soxanekê gelek êrîş pêk tên. Bi topên hawanê, top û çekên giran êrîş tên kirin. Me mikrofona xwe dirêjî şêniyên li gund li dijî êrîşan li berxwe didin kir. 
 
'Wê Efrîn ji dagirkeran re nemîne'
 
Jina bi navê Aytan Mamo axivî û got:" Em li gundê Soxanekê ne, her roj çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran êrîşê me dikin, û gundê me bombebaran dikin. Ji xwe Efrîn dagir kirin, îro bi heman şêwazî dixawezin em ji gundê xwe derbikevin. Em ji axa xwe dernakevin, ma em ê bi ku de biçin. Bila Erdogan vê bizane çeteyên wî çi dikin bila bikin em ji gundê xwe dernakevin, em Efrîna xwe dixwazin, wê Efrîn ji dagirkeran re nemîne."
 
'Me zeytûnê xwe ji bo Erdogan neçande'
 
Ji alîyê din ve jina bi navê Culîye Mihemed Ev tişt got:" Ez dixwazim vê peyamê ji bo Erdogan bişînim û bibêjim ku êrîşkirina li ser gundê me, me tu carî natirsîne. Me axa tu kesî dagir nekiriye, em ser axa xwe ne, em tu car ji gundê xwe dernakevin. Me zeytûnê xwe ji bo Erdogan neçande. Em ne niheqin, loma em natistin,  ew niheqin. Dixwazin bi êrîşan axa me qirêj bikin lê belê axa me wê her û her paqij bimine."
 
'Derûniya lawê min xera bû, xwedê ji Erdogan ne razî be'
 
Her wiha jina bi navê Zelox Mihemed bertekên xwe yên ji bo êrîşan bi van gotinan anî ziman:" Ez dixwazim fêm bikim bi rastî Erdogan çi ji me dixwaze. Bi çekên giran êrîşê Efrînê kirin, dagir kirin zarok, jin, kal hatin qetilkirin, her tiştên me talan kirin, xwezaya me talan kirin. Rojane êrîşî gund dike zarokan ditirsîne, û zarokên me jiyana xwe ber bombe barana guleyan derbas kirin. Êdî bes e her tiştên li dijî mirovahîyê ye li ser me tên meşandin êdî tehmula me ji wan êrîşan re nemaye. Berî çend rojan lawê min ê 10 salî li ber pez bû, lawê min bi zorê xwe ji wan rizgar kir. Çetayan 40 pezê me birin. Niha derûniya lawê min gelekî xirab bûye. Xwedê ji Erdogan ne razî be'
 
Nazliya Omer jî wiha dibêje:" Em ser axa xwe di gundê xwe de ne, hevjînê min li ber ax û welatê xwe şehîd bû. Ez bi wî gelek serbilin dim, ez ê jî heta dawiyê li ber xwe bidim, axa xwe tu carî nahêlim. Heta nefesa dawî li hemberî dagirkeran berxwedana min ew ê bidome."