ROJEVA 24'Ê SIBATA 2019'AN
- 09:00 24 Sibat 2019
- Rojev
*Her roj gelê li Gundê Soraxanê yê Navçeya Şêrewayê bi êrîşên dewleta tirk rû bi rû dimînin. Gelê ku li gund dimînin gotin:"Em natirsin. Dagirkerî nikare îradeya me bişkîne." DÎMEN HEYE
*Li Cizîrê di dema qedexeyên derketina derve de di pevçûnên hatin jiyîn de bi sedan kes di jêrzemînên avahiyan de hatin qetilkirin û di ser mirina wan re 3 sal derbas bûn. Berjîn Demîrkaya ku ew jî di bodruman de hat qetilkirin û tenê ji bedena wê parçyek ma, ev salek e li bendê ye ku dosyaya wê bê dîtin.
*Nivîskara pirtûka Hamşetsnak Lizu Kidanutun (Rêzimanê Hemşinî), Huriye Şahîn diyar kir ku ji Osmaniyan heta Komarê polîtîkayên asîmîlasyonê xwe bi komkujiyan heyî kiriye, lê tevî her tiştî gelan zimanê xwe parastine û wiha got: “Gel dilê wan girtî dijîn. Zewacên wan jî ji nav wan pêk tên. Ji ber vê ziman hat parastin. Asîmîlasyon ji nifşê min destpêkiriye. Ji ber em bi lêdanê hînê tirkî bûn.”BI DÎMEN
*Li mezraya Albucak a gundê Korlu ya 30 kîlometreyî ji navçeya Şaxê ya Wanê dure, dêrên dîrokî wek axûr tên bikaranîn. BI DÎMEN