'Em lehengên xwe tu carî ji bîr nakin'

  • 17:02 23 Sibat 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir derbarê bîanîna 57 berxwedêrên 23'ê Sibatê axivî û got:"Em lehengên xwe tu carî ji bîr nakin. Em ê her şopdarê doza wan bin."
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir derbarê bîanîna 57 berxwedêrên 23'ê Sibatê axivî û got:"Kes nikare lehengên me bi me bide jibîrkirin."
 
'Berxwedana Til Temir rûpeleke nû di dîrokê de nivîsand'
 
Gulîxanê got berxwedana şervanan bersiveke tund dan û şeqamek li ruyê DAÎŞ ê da û wiha dom kir:"Berxwedana Til Temir rûpelek nû di dîrokê de nivîsand, piştî rizgarkirina Til Temir êdî herêmên Reqa,Tebqa û Minbij û Dêra Zorê îro tê rizgarkirin."
 
'Da ku tecrîda dijî Rêber Ocalan şermezar bike bedena xwe da ber agir'
 
Gulîxanê bandora felsefeya Abdullah Ocalan li cîhanê kiriye wiha tîne ziman:"Tevahî cîhan bi fikr û felsfeya Rêber Ocalan bandor bûn. Beriya 2 Rojan ciwanê bi navê Oxir li bajarê Starsborgê ê Elamaniyayê da ku bêdengiya tevahî cîhanê  a hember tecrîda dijî Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe da ber agir."
 
'Bêdengî hevkarî ye'
 
Gulîxanê berxwedaniya greva birçîbûnê ku dikeve roja 108 an  bi bîr xist û wiha pêl da axaftina xwe:"Bêdengiya ku îro tê xuyakirin hevkariyê dide sûcê mirovatiyê.Bêdengî hevkarî ye. Em bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê şermezar dikin. Em lehengên xwe tu carî ji bîr nakin. Em ê her şopdarê doza wan bin."