Dayika Şemiyê Hanife Yildiz: Mafê min ê dayikbûnê ji destên min girtin

  • 16:07 23 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL -  Dayikên Şemiyê di hefteya 726'an de aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Murat Yildiz pirsîn. Dayika Murat Yildiz Hanife Yildiz, diyar kirin ku 24 sal borîn hêj cenazeyê kurê xwe defin nikirine û wiha got: "24 salin hêsir ji çavê min qut nabin. Kesek dimire herî dereng di nava hefteyekê de tê definkirin. Lê me 24 salin hêj cenazeyê xwe defin nikiriye." 
 
Dayikên Şemiyê, di hefteya 726'an de çalakiya xwe ya ji bo kujer bên darizandin û windabên dîtin, berdewam kirin. Dayikên Şemiyê xwestin wekî her hefte li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin û aqûbeta xizmên xwe bipirsin. Lê ji ber ku polîsan qad dorpêç kir û destûr nedan malbat li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin li kolana pêş ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Dayik dîsa di bin dorpêçê de li kolana ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Dayikan tîşortên ku wêneyên zarokên wan ên hatine windakirin li xwe kirin û qurnefilên sor rakirin. Di çalakiya vê hefteyê de parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Zeynel Ozen û Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu û gelek kesên din amade bûn. Dayikan ve hefteyê aqûbeta Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995’an de hat windakirin pirsî. Dayika Murat Yildiz, Hanife Yildiz, beriya daxuyaniyê çû Qada Galatasarayê û qurnefîl danî. 
 
Vê hefteyê endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Sebla Arcan daxuyaniya ji bo windayan xwend. Arcan, beriya daxuyaniyê dayika Cemîl Kirbayir Berfo Kirbayir a di 21'ê Sibata 2013'an de ji yana xwe ji dest da bibîr anî. Arvan, anî ziman ku ew dê heta dawî aqûbeta Murat Yildiz bipirsin û wiha got: "Bi polîtîkaya dewletê bersûc nayên cezakirin. Ji ber ku dewlet kesên sûcê giran dike rê li pêş hiqûqek bi bandor venake û rêya edalet û hiqûqê li pêş me digire, 726 hefteye em li qadan li hiqûq û edaletê digerin. Em daxwaza edaletê tînin ziman." 
 
Sebla, anî ziman ku 27 hefte ye qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin û wiha got: "Kesên ku sicîla wan a mafên mirovan û demokrasiyê xerabe ye, dixwazin têkoşîn û hewldana me ya lêgerînê bişkînin. Em dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin. 
 
Sebla, anî ziman ku malbatê 24 sal barê Murat Yildiz, li şaxa Asayişê ya Ozkanlar a Bornova ya Îzmirê teslîm kirin û wiha got: "Murat Yildiz ê 19 salî li gel dayika xwe dijiya. Ji ber bûyerekê polîsan xwest îfade bide û piştî îfadeyê dê serbest berdin. Dayika Murat Hanife Yildiz û parêzer di 23'ê Sibata 1995'an de ew bi destê xwe bir qereqolê. Dayik û parêzer bi xwe çûn li Şaxa Asayişê teslîmî Komiser Ramazan Kaya û polis Tahir Şerbetçî kirin. 3 roj derbas bûn, lê Murat venegeriya malê. Dayik Hanife Yıldiz dîsa çû Şaxa Asayişê ya Ozkanlar a Bornova, lê dîsa bersîv negirtin. Piştre diyar kirin ku Murat ji feribotê  xwe avêtiye û reviya ye. Piştî vê yekê carek din ji kurê xwe yê bi tenê agahî negirt. Alcan, da zanîn ku ew dê heta dawî lêgerîna xwe berdewam bikin.
 
Dayik Hanife Yildiz, anî ziman ku kurê wê bi daxwaza xwe çû qereqolê û wiha got: "Ez fikirîm ku cenazeyî hindik bistîne û piştre biçe leşkeriyê. Min ji bo welat esker mezin kiribû. Lê mafê wî yê jiyanê û mafê min ê dayikbûnê ji destê min girtin. 24 salin ez li kolanê li edaletê digerim. 24 salin şîn ji mala min ranabe. 24 salin hêsiran dibarînim. Ji çavê min hêsir diherikin. 24 salin me cenazeyê xwe defin nekiriye. Gorek ku em biçin ser şînê bigirin tune ye. Ji bo dayikekê pir zore ku gora kurê xwe bixwaze. Îro li vî welatî ne pêkan e mirov qala edaletê bike. Piştre Xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak helbesta ku Dayika Berfo  ji bo kurê xwe Cemil Kırbayır nivîsandibû xwend. 
 
Herî dawî keça Dayika Berfo Kirbayır Fatma Kırbayır Gulmez jî anî ziman ku dema dayika xwe defin kir soz daye dayika xwe û wiha got: "Birayê min tu li ku ye. We Cemil Kirbayir wekî Kaşikçi şewitand û avêt kîderê. Min soz daye dayika xwe ku ez kurê wê bibînim. Ez birayê xwe û miletê xwe hez dikim, lê hûn me wekî 'terörist' îlan dikin. Ger ku wîcdanê we hebe hûn dê vê pirsgirêkê çareser bikin. Êdî bes e, bila dayik negirîn."