3 Kurdên Êzidî ji destên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin
- 15:31 23 Sibat 2019
- Rojane
Ehlam Hecî / Nûpelda
ŞENGAL - Di pêngava Bagera Cizîrê de Şervanên QSD'ê jinek, zarokek û ciwanek ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir. Kesên ku hatin rizgarkirin ji aliyê TAJÊ ve radestî malbatê wan hat kirin.
Di pêngava Bagera Cizîrê de Şervanên QSD'ê jinek, zarokek û ciwanek ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir. Firyal Mirat, Salih Casim, Hûşyar Xanim Ebas ji destên çeteyan hatin rizgarkirin. Ji ber ku koridora di navbera Rojava û Şengalê de ji aliyê Hukumeta Iraqê ve hatiye girtin Dayikan bi hêz û îradeya xwe têkoşiyan û koridor vekirin. Kesên ku hatin rizgarkirin ji aliyê TAJÊ ve radestî malbatê wan hat kirin.Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo got:"Îro em gelekî kêfxweş in ku zarokek, jinek û ciwanek ji desên çeteyan hatiye rizgarkirin. Em ji QSD'ê re spas dikin û hêvî dikin ku hemû kesên di destên çeteyan de ne bên rizgarkirin."
Dayika Firyal Murad, Feno Hecî kefxweşiya xwe anî ziman û wiha got:"Ez îro gelek kefxweş im ku zarokên me rizgar bûne. Ne ji dayikan ba dê zarokên me ji ber koridora girtî negihaşta me. Ez ji QSD'ê û dayikan spas dikim."
Li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Sunûnê Xidir Elyas axîvî û got: " Îro em gelek kefxweşin ku jin û zarokên Êzîdî hatine rizgarkirin û em radestê malbatê wan dikin. Em spasî ya xwe ji Hêzên QSD'ê, Mala Êzîdiyan, ji dayikên ku korîdor vekirin, dikin."