'Em ê ji bo parastina gelê xwe her dem li ser piya bin'

  • 14:54 23 Sibat 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Til Temir mozayîka gelan e, ew mifteya derbasbûna herêma Cizîrê ye. Serê sibeha 23'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ' ê êrîşî gelê Til Temirê kirin, bi sedan jin, zarok û kesên temenbilind ên  Aşûrî revandin. 
 
Til Temir mozayîka gelan e, ew mifteya derbasbûna herêma Cizîrê ye. Serê sibeha 23'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ' ê êrîşî gelê Til Temirê kirin, bi sedan jin, zarok û kesên temenbilind ên  Aşûrî revandin. Jinên ku di berxwedana li dijî DAÎŞ'ê de cihê girtin wiha gotin:"Em ê ji bo parastina gelê xwe her dem li ser piya bin."
 
'Bi saya hêz û îradeya gel û şervanan çete negihaştin armanca xwe'
 
Endama Rêveberiya Kongra Star Xedîcê Asim ku bû şahida berxwedana şervnan wiha got:"23'ê Sibatê rojeke reş e ji bo gelê Til Temirê. Di vê rojê de çeteyên DAÎŞ'ê bi êrîşek hovane gelek kes qetil kirin. Xwestin bi vê êrîşî hemû gelên li Rojava têk bibin tune bikin lê bi berxwedanek mezin bersiva çeteyan hat dayin. Dixwestin bi rêya Til Temirê derbasî Herêma Cizîrê bibin. Lê bi saya hêz û îradeya gel û şervanan çete negihaştin armanca xwe. Erdogan avakerê DAÎŞ ê ye, bi saya berxwedana şervanên me ku destanên lehengiyê nivîsandin, DAÎŞ êdî ber bi tunebûnê ve diçe. Çend kêlî ango çend rojên din dê QSD  mizgîniya rizgarkirina Dêra Zorê ji gelê xwe re ragihîne. Bi vê sayê kesên ku alîkariya çeteyan dikin jî dê têk biçin. Em ê ji bo parastina gelê xwe her dem li ser piya bin. Em nahêlin dijmin axa me dagir bike."
 
'Me bi hezkirin xwarin amade dikir û ji şervanan re bi rê dikir'
 
Dayika Fatima Silêman ku wê jî nobeta parastinê di wê serdemê de dikir wiha got:"Ji bo em  piştgiriyê bidin şervanên xwe ji saet 07:00'ên sibê heta 21:00'ê êvarî xwarin amade dikir, me  nobet digirt. Me bi hezkirin xwarin amade dikir û ji şervanan re bi rê dikir û hin caran ez bi xwe li mewziyên şer geriyame û bi kenekî gerim û ruyekî xweş min xwarin dida destê şervanan. Dema ku min şervanên YPJ' ê didîtin ez pir kêfxweş dibûm û min roja berê û aniha di wê demê anî ber çavên xwe. Hevala me Firyal Elî jî tevî ku bi nexweşiya pençêrê ketibû lê dîsa jî gav şûnde neavêt û negot ez nexweş im." 
 
'Ji welat wêdetir tiştekî şêrîn tune ye'
 
Endama Saziya Malbatên Şehîdên Xabûrê Cemîla Kako jî wiha got:"Di hedefgirtin û revandina jin, zarok û kal û pîrên Aşûriyan de di 23'ê Sibata 2015'an de zindîkirina komkojiya Nînowayê bû. Dîrok ew kêliyên ku me bi tirs jiya ji bîr nake. Tevî ku min jî revandin lê dîsa min serî ji wan netewand, hêviya min her hebû ku ez ê rojekê rizgar bibim û pêk hat. DAÎŞ bi ser neket û gelê Aşûrî çand û dîroka xwe winda nekirin û yê ku têk çû çete ne. Ez bang li gelê Aşûrî dikim ku vegerin welatê xwe. Ji welat wêdetir tiştekî şêrîn tune ye."