Saziya Malbatên Şehîdan berxwedêrên 23'ê Sibatê bibîranîn
- 12:05 23 Sibat 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi boneya salvegera 4'emîn destpêkirina êrîşa hovane ku tu carî mirovahî ji bîr nake, Saziya Malbatên Şehîdên Xabûrê 11 pakrewanên azadiyê ku di 23'ê Sibata 2015'an de jiyana xwe ji dest dabûn, bibîr anîn.
23'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAÎŞ' ê êrîşî gundê li seranserî çemê xabûrê kirin û zêdetirî 250 jin, zarok û kal u pîrên ji gelê Aşûrî revandin. Bi armanca bîranîna 11 berxwedêrên ku bi lehengî berxwe dan û serî ji dijminê mirovahiyê re netewandin, bi merasîmekê li Saziya Malbatên Aşûriyan a bajarê Til Temir a Kantona Hesekê, hatin bibîranîn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Saziya Malbatên Şehîdên Xabûrê Cemîla Kako axivî. Cemîlayê 23'ê Sibatê rojeke reş pênase kir û wiha dom kir:"Qêrîna jin û zarokan di wê sibehê de qet ji bîra min dernayên. Zarok digirîn û dibêjin dayê wê me bikujin! 23 Sibatê roja reşe ji bo gelê Aşûrî. Di wê rojê de zêdetirî 250 kes di nav de jin û zarok hebûn hatin revandin. Hin kes ji ber îşkenceya zêde jiyana xwe ji dest dan. YPG/YPJ'ê li dijî DAÎŞ'ê li berxwe da. Mirov çiqasî berxwedana van hêzan bîne ziman têrê nakê, lê ger ew nebana em jî nedibûn. Bi saya wan îro em hene. Pêwîst e gelê me îrade û hêviya xwe wenda neke û her dem berxwe bide."
'Gelê Aşûrî xwedî şaristaniyekê ye lewra tê hedefgirtin'
Yûxena Şemûn jî li ser navê Partiya Aşûrî a Demokrat axivî û wiha got:"Gelê Aşûrî xwedî şaristanek û çandeke pêşketî ye, lewma dixwazin aşûriyan qir bikin. Dîrok şahidê bûyer û kiryarên Tirkiyê ye ku çi bi serê gelê Aşûrî de anî."
'DAÎŞ ê êrîşî projeya Netewa Demokratîk dike'
Endamê Rêveberiyê PYD' ê Mihemed Seyîd Şêxmûs jî axivî û wiha got:"Em deyîndarê şehîdên xwe ne, bi saya YPG/YPJ'ê û lehingiya wan çeteyan Til Temir dagir nekir û negihişt armanca xwe. Çeteyên DAÎŞ' ê êrîşî projeya Netewa Demokratîk kir, dizane eger rêxistin û yekîtiya gelan pêk were dê hebûn û dagirkeriya wî jî bi dawî bibe."
Di dawiyê de wêneyên berxwedêran li Saziyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û Partiyên Aşûriyan hat belavkirin.